ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 4 Kanûn 2020
  • Rojev
*Fermandara HSNB'ê Zenûbiya Asro û Rêvebera Kongreya Star Gulîxan Tahir êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û binpêkirinên di derheqê jinan de tên kirin, nirxandin û gotin: "Em ê bi têkoşîna Hevrîn, Zehra û Hebûnan meşa ber bi azadiyê ve ruxmî hemî keleman bidomînin û dawî li tundiya li ser jinê de bînin."  DÎMEN HEYE
 
*Bi ser qedexeya derketina derveyî ya Sûrê de 5 sal derbas bû parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, şahidiya qedexeyên li Sûrê kiribû wiha got: “Desthîlatdar hemû alavên destê xwe li Sûrê bikar anî. Tevî van yekan nekarin w€ berxwedanê têk bibin. Ji ber ku gel di wê têkoşîna bêhempa de sekneke komûnal nîşan da.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Gundê Um-Hermela yê girêdayî Navçeya Zirganê, ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve tên topbarankirin, daxwaz kirin ku dewleta tirk dev ji xaka wan berde û bêdengiya Hêzên Rûsyayê şermezar kirin. DÎMEN HEYE
 
*Dê Komîteya Jîneolojiyê derbarê hêza jinê de ji bo jinên endamên saziyên Mexmûrê Komxebata Jîneolojiyê li dar bixe. Têkildarî mijarê endama Komîteya Jineolojiyê Ronahî Tok wiha got:"Encama ku em ji vê komxebatê bigirin ew e ku em zanista jinê zanista jiyana rast bi gel bidin diyarkirin. Komxebata me wê di 5’ê Kanunê de ji serê sibehê dest pê bike û heta evarê berdewam bike. Ev komxebat wê rojekê dom bike." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ji pêkhateya Kurd û Ereb ên Kantona Kobanê bertekên xwe li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser navçeya Eyn Îsayê nîşan dan û gotin: "Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser Eyn Îsayê amedekariyên dagirkeriyeke nû dike. Bêdengiya hêzên Rûsyayê jî tê wateya erêkirina wan a dagirkeriyê û dayîna alîkariyê." DÎMEN HEYE
 
*Hevserokatî weke rêbaz û naverok rengekî nû da tevahî pergalên di Rojhilata Navîn de. Her wiha bikaranîna vê pergalê Rêveberiya Xweser ji hişmendiya zayendperest, desthilatdar, serdest diparêze û herêmê ber bi netewa demokratîk, civaka wekhev û azad ve dibe.
JI PÊNÛSA JINAN
 
*Siyasetmedarên jin ên li Şirnexê bertek nîşanî êrişên li hemberî HDP’ê dan û gotin: “Bi girtin û êrişan dixwazin HDP’ê û têkoşîna jinan têk bibin. Lê bi xwedî derketina partî û têkoşînê berxwedan her roja ku derbas dibe mezin dibe.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku bi pêşengiya Leyla Guven salên borî tevlî greva birçîbûnê bibûn di dîrokên cuda de hatin tehliyekirin. Jinan destnîşan kir ku grevên birçîbûnê mekanîzmayek ji parastinê ye û gotin: “Niha li girtîgehan pêngavek hat destpêkirin û grevên birçîbûnê  parçeyek ji berxwedanê ye. Divê her kes xwedî li berxwedanê derkeve û berpirsiyartiya xwe pêk bîne.” DÎMEN HEYE