Doza Ozgur Gundemê dîsa hat taloqkirin
- 16:50 3 Kanûn 2020
- Rojane
STEMBOL - Doza darizandina rêveber û nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hatibû girtin, hat taloqkirin.
18'emîn danişîna doza darizandina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Huseyîn Aykol, Midura Karê Nivîsê Reyhan Çapan û nivîskarên Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya Hikmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin, li 13'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rêveber û nivîskarên rojnameyê bi îdîayên "Pesnê sûc û sûcdar dayîn", "Propagandeya rêxistinê kirin" û "Bi zanebûn sûc kirin" tên sûcdarkirin. Parêzerên rojnamegeran beşdarî danişînê bûn.
Şandeya dadgehê sedem qebûl kirin û danişîna taloqî dema pêş kir.