Di xwepêşandana Silêmaniyê de Parlamenter Şirîn Emîn birîndar bû

  • 15:43 3 Kanûn 2020
  • Rojane
SILÊMAN Î - Di xwepêşandana Silêmaniyê de Parlamenter Şirîn Emîn birîndar bû
 
Di êrişa hêzên ewlehiyê de Parlamentera Tevgera Goran ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şirîn Emîn birîndar bû.
 
Li Silêmaniyê îro di roja duyemîn de xwepêşandana li dijî nedayîna mûçe, rewşa xerab û sîstema hikûmraniya Herêma Kurdistanê li ber Deriyê Sera dest pê kir. Polîs û endamên asayîşê yên li cihê çalakiyê bi gaza îsotê êrişî xwepêşanderan kirin û bi zorê xwepêşander belav kirin.
 
Di êrişa hêzên ewlehiyê de Parlamentera Tevgera Goran ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şirîn Emîn bi gaza îsotê birîndar bû. Her wiha li Parlamenterê Serbixwe Sîrwan Babin jî dan.
 
Ji ber gaza îsotê gelek çalakger, xwepêşander û rojnameger birîndar bûn. Hejmarek mamoste û çalakger hatin binçavkirin ku hejmara wan nehate zanîn.