Ji kesên hatin binçavkirin 7 kes sewkî dozgeriyê kirin

  • 15:37 3 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê ji kesên ku berî bi 3 rojan hatin binçavkirin 7 kesên din piştî karê wan li muduriyeta polîsan qediya sewkî dozgeriyê hatin kirin.
 
Di encama operasyona ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve berî bi 3 rojan hat destpêkirin, li Şirnex û navçeyên wê polîsan bi ser gelek malan de girt û Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî di navê de 23 kes hatin binçavkirin. Suzan Acar û Meryem Eşkara ya ku hatibûn binçavkirin roja ewil piştî îfadeyên wan serbest hatin berdan. 
 
Ji 21  kesên mayî Hevşaredara Cizîrê ya li Şûna wê qeyûm hat tayînkirin Berîvan Kutlu, Hevseroka DBP'ê ya Navendê ya berê Ayşe Altay, Hevseroka HDP'ê ya Silopiyê ya berê Aycan Azma, endama Meclîsa Giştî ya Navendê ya HDP'ê ku ji peywirê hati dûrxistin Asuman Kulter, rêvebirê HDP'ê yê Şirnexê Sekvan Kilinç, endamê KCD'ê yê berê Alî Gûven, endamê KCD’ê Abdullah Acar duh sewqê dadgehê hatibûn kirin. Dadgehê derbarê 7 kesan de biryara bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyê welat da û dûh êvarê erbest berdan.    
 
7 kes sewqê dozgeriyê hatin kirin
 
Ji 14 kesên ku di binçavan de ne jê 7 kes endamên Meclîsa Giştî ya Navendê ya HDP'ê ku ji peywirê hatin dûrxistin Elfesya Nas û Yakup Taniş, Dayika Aştiyê ya Silopiyê ya 65 salî Şemsê Kara, Hevserokê HDP'ê yê Silopiyê Kadîr Kunur, endamên KCD’’ê Cemîl Gûn û Ekrem Şavli, Fîkret Cîn ê bi KHK'ê ji peywirê hat girtin piştî îfadeyên wan ên emniyetê, sewqê dozgeriyê hatin kirin.