Ji bo serdana Îmraliyê parêzeran serlêdan kirin

  • 13:03 3 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL  Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 sal di navbera 2’ê Gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’yê îlonê de bi hinceta “nexşerêya” ku Abdullah Ocalan di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re qedexe kiribû.