Eren Keskîn: Divê em xwedî li daxwezên girtiyan derkevin

  • 12:39 3 Kanûn 2020
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser greva birçibûnê ya ku girtî dane destpêkirin got: “Heke mirov herî dawiyê biryara çalakiya greva birçîbûnê bide, divê em jî xwedî li daxwazên wan derkevin.”
 
21 sal in li hemberî Rêberê PKK’ê û Abdullah Ocalan tecrîdekî giran tê meşandin. Ligel tecrîda li Îmraliyê li hemberî girtiyên siyasî jî zextek mezin heye. Bi belavbûna vîrûsa koronayê (Covîd-19) re jî bêtir mafên girtiyan hat binpêkirin. Di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî li dijî tecrîd û binpêkirina mafan bê dem û bi dorveger greva birçîbûnê dan destpêkirin Di 2’yê kanûnê de koma duyem çalakiyê dewr girt. Derbarê mijarê de parêzera yekem a Abdullah Ocalan û hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn ji ajansa me re axivî.
 
'Pergala ku li Îmraliyê tê meşandin ne li gorî hiqûqa navxweyî ye'
 
Erenê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pirsgirêkên ku li girtîgehan tên jiyîn û got: “Pergala îzalasyon û tecrîd tê wateya binpêkirina mafên mirovan û bi salane em li dijî vê pergalê di nava têkoşînê de ne. Mixabin bi komkujiya 19’ê Kanûnê li girtîgehan pergala hicreyê ket meriyetê. Pergala ku li Îmraliyê tê meşandin ne li gorî hiqûqa navxweyî û ne jî li gorî hiqûqa naventeweyî ye.”
 
' 600 nexweşên giran nayên tedawîkirin'
 
Eren, diyar kir ku bi pandemiyê re li girtîgehan bêtir tecrîd hatiye girankirin û wiha axivî: “Bi pandemiyê re rewşa girtiyan hatiye asta herî krîtîk. Ligorî daneyên ÎHD’ê li girtîgehan hezar û 600 nexweşên giran hene û nayên tedawîkirin. Dezgeha Tiba Edlî bi îradeya siyasî re girêdayiye û ji ber vê jî ji bo girtiyên siyasî yên rewşan berbi mirinê ve diçe rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne” dide’ Gelek girtî bi mirinê re tên tehlîyekirin.”
 
’Siyasetmedarên kurd hatin girtin’
 
Erenê di axaftina xwe de bal kişand ser cezayên disîplînê û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Li hemberî daxwazên girtiyan cezayên disîplînê tên dayîn. Bi cezayên disîplîne girtî cezayên nû digirin. Li girtîgehan bêtir girtiyên siyasî yên kurd hene. Zext û zordariya li girtîgehan pêk tê giredayî polîtîkayên şer-ewlehiyê ya li hemberî kurdan e. Îqtîdar naxweze bi axaftinê pirsgirêka kurd çareser bibe, ji ber vê sedemê jî hêj jî li hemberî Abdullah Ocalan tecrîd didome. Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin nêzîkatiya Dewleta Komara Tirkiyeyê ya li hemberî kurda ne. Îqtîdar her tim bangewaziya ‘çekan berdin û siyasetê bikin’ dike. Lê bi salane siyasetmedarên kurd ên sivîl girtî ne. Dewlet bi hewldana xwe rê li ber siyaseta sivîl digire. Ev tişt nîşan dide ku ne kurd dewlet şer dixwaze. Dewlet siyaseta sivîl a kurd xistiye girtîgehê. Gelek parlamenter ji ber fikr ramanên xwe hatine girtin.” 
 
‘AKP û CHP heman bîrdoziyê diparêzin’
 
Erenê, bal kişand ser bêdengiya li hemberî grevên birçîbûnê ya îqtîdarê û wiha bi lêv kir: “Îqtîdar dema mirin pêk tên dikeve nava hewldanan. Dewlet niha behsa reforman dike lê mafên girtiyan jî piştguh dike. Heke derdorên muxalîf li hemberî grevên birçîbûnê bibin yek deng, dibe ku dewlet nêzîkatiya xwe biguherîne. Çend CHP dibêje ez muxalifîm lê ferqa wê ji AKP’ê nîne. AKP û CHP heman bîrdoziyê diparêzin. Li hemberî mijara kurd heman nêzîkatiyê nîşan didin.”
 
‘Em ê xwedî li daxwezên wan derkevin’
 
Erenê, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtî dema dengê xwe nedin bihistandin herî dawiyê serî li çalakiya greva birçîbûnê didin. Bi êş keşandinê dixwazin xwe bînin ziman. Kes bi xwe vê biryarê didin. Heke mirov serî li çalakiya greva birçibûnê didin divê em jî xwedî li daxwezên wan derkevin.”