Banga piştevaniya ji bo Navendên Asayişa Êzdîxan
- 12:11 3 Kanûn 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şengalî li dijî "Peymana Şengalê" ya di navbera KDP û Hukumeta Iraqê de li Navendên Asayişê hatin gel hevdu û banga piştevaniyê kirin.
Bertekên li dijî “Peymana Şengalê” ku di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû îmzekirin, didomin. Çalakiyên ku ji li ser banga Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li dijî peymanê hatibûn destpêkirin, berdewam dikin. Êzidiyên ku dun di saetên şevê de li ber avahiyên Asayîşa Êzidxanên li Şengal, Sinûnê û Xenasorê li hev kom bûn, peymanê û biryarên ku hatine girtin şermezar kirin.