'Tevî derfetên kêm Komeleya Tîrêj navenda hêviyê ya astengdaran e'

  • 09:20 3 Kanûn 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Têkildarî Roja Astengdaran a Cîhanê Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran Emîra Elî da zanîn ku divê hemû  civak bi hevre di aliyê jiyana astengdaran a zehmet de bi hestiyarî tev bigerin û wiha got:"Ji bo em zehmetiyên mezin ên astengdar dibînin li dû xwe bihêlin divê em bi hev re têbikoşin."
 
Li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (BM) di 1992'yan de 3'yê Kanûnê wekî "Roja Astengdaran a Cîhanê" hat îlankirin. Ji rojê pê ve li hemû cîhanê ji bo balkişandina ser pirsgirêkên astengdaran û ji bo wekheviya mafên wan çalakiyên cuda hatin kirin. Armanca vê rojê ew e ku mafên astengdaran bên parastin. Lê dema em îro dinêrin li her qadên jiyanê mafên astengdaran tên binpêkirin. Têkildarî mijarê Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran a ku di 2013'an de ji aliyê komek astengdar ve hat avakirin û di rêveberiya wê de 6 astengdar cihên xwe digirin, Emîra Elî axivî. 
 
'Tevî derfetên kêm Komeleya Tîrêj navenda hêviyê ya astengdaran e'
 
Di destpêkê de Hevseroka Komeleya Tîrêj Emîra Elî behsa komeleyê kir û wiha got: "Komeleya Tîrjê di 1'ê Tîrmeha 2013'an de hat avakirin. Em 14 kes komeleyê bi rê ve dibin. Di komeleyê de beşa perwerdekirina fîzîkî heye, lê ji ber rewşa şer û derfetên kêm em di aliyê pêdiviyên teknîkî de zehmetiyan dibînin. Her wiha pêwistiya gelek astengdaran bi alîkariya madî jî heye. Rêveberiya Xweser li gor derfetên xwe alîkariya me dike, di hevpeymana rêveberiyê de divê di her saziyekê de ji %4 astengdar bixebitin. Hinek rêxistinên ku pêwendiya me bi wan re heye û kesên welatparêz alîkarî ji bo zarokên astengdar û astengdarên temenmezin jî dan. Projeyên me yên fêrkirina dirûtinê, kompitur û kûafortiyê hene. Tevî derfetên kêm Komeleya Tîrêj navenda hêviyê ya astengdaran e."
 
'Astengdarên di komeleyê de pêşengên vîn û hêzê ne'
 
Emîrayê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser guhertin û veguhertinên astengdaran ên di komeleyê de û wiha pê de çû: "Taybetmendiya astengdaran heye ku ji astengiya xwe şerm dikin. Ne tenê astengdar, gelek malbat ji ber zarokên xwe yên astengdar şerm dikin. Ev nêzikatî bi avakirina komeleyê re him di nava civakê de û him di derûniya astengdaran de jî hat guhertin. Mirov dikare bêje astengiya xwe veguhertin vîn û hêzaê. Li gel me sê astengdar perwerdeya fîzîkî didin. Her wiha arşîva komeleyê di destên hevaleke me ya astengdar de ye û di beşa pêşwaziyê de jî yek heye. Ev astengdarên di komeleyê de ji bo her kesî bûn pêşengên guhertina nêzikatiyên li hember astengdaran."
 
'Bi astengdaran re bibin alîkar'
 
Emîrayê bal kişand ser nêzikatiyên li hember astengdaran û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hêviyên me ji malbatên ku ji aliyê aboriyê ve dewlemend in heye ku ew jî bikaribin alîkariya komeleyê bikin. Her wiha divê em derûnî û nêzikatiyên xwe ji bo kesên astengdar li ber çavan derbas bikin û divê astengdar ji xwe şerm nekin."
 
'Min dest ji têkoşîna xwe berneda'
 
Danyal Bozan ku ji çav û lingê xwe astengdar e ji 2017'an ve di komeleyê de dixebite. Danyalê behsa têkoşîna xwe kir û di derbarê jiyana xwe de wiha got: "Astengiya min bû sedema ku ez nikaribim xeyalên xwe bi cih bînim.  Mînak di xwendinê de min dixwest ez beşa komputurê bixwînim, lê mixabin astengiya min rê neda. Astengiya min di çavan de ye, loma ez gelek zehmetiyan dijîm. Di her mijarê de pêwistiya mirovan bi vîneke xûrt heye, loma min xwe teslîmî astengiya xwe nekir, berovajî vê bi qasî hêza xwe min xwend û ez niha kar dikim. Ez gelek kesan nas dikim ji ber astengiya xwe dernakevin derve yan jî şerm dikin. Ev nêzikatî şaş e, divê mirov bi kêmaniyên xwe re têkoşîn bike. Ji bo min jî, malbata min bi giştî û hevalên min piştgiriya min dikin, her wiha min jî hêz dida xwe da ku ez bikaribim li gor dilê xwe bijîm."
 
'Bila astengî jiyana we nesikinîne'
 
Danyalê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî astengdaran kir û got: "Ez ji 2017'an de di Komeleya Tîrêj de dixebitim. Çend salên xebata min bandorek li ser derûnî û jiyana min kiriye. Xebata min bandoreke erênî li min kir. Bila tu kes astengiya xwe li pêşiya jiyanê wekî astengiya ku nikare bijî nebîne. Her mirovek kêmaniyeke wan heye, ji ber vê hêviya min ji kesên weke min heye ku bi awayekî normal bijîn û astengiyê ji xwe re nekin derd."