Aktîvîsta TJA’yê: Jin xwedî li kampanyayê derketin

  • 09:17 3 Kanûn 2020
  • Rojane
WAN - Aktîvîsta TJA’yê ya Wanê Aynur Sarica bal kişand ser pêvajoya 2 mehan a kampanyaya “Em xwe diparêzin” û got: “Ne em divê êrişkar û tecawizkar ji xwe şerm bikin. Em ê li her qadên jiyanê êrişkar û  tecawizkaran deşîfre bikin û parastina xwe bikin. Em ê xwe bi rêxistin bikin û bi hev re li ber xwe bidin.” 
 
Kampanyaya bi navê “Em xwe diparêzin” ya Tevgera Jinên Azad (TJA) bandorek li ser civakê kir. Xebatên ku hatin kirin ji bo jinan û bi taybetî jî ji bo civakê girîng bûn. Jinan li dijî astengiyan di 25’ê Mijdarê de daketin qadan bi hev re gotin “Dem dema azadiyê, dem dema jinê ye” Di çarçoveya xebatên ku li Wanê hatin kirin de aktîvîsta TJA’yê ya Wanê Aynur Sarica ji ajansa me re axivî û bal kişand ser bandora kampanyayê. 
 
Aynur, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dîroka dest pê kirina kampanyayê û got: “Li Wanê starta kampanyayê di 18’ê cotmehê de hat dayîn. Di çarçoveya kampanyayê de em gihaştin bi hezar jinan. Di serê kampanyayê de em bi jinan re hatin cem hev û me ji xwe re plansaziyek derxist. Me li ser şîdeta li hemberî jinê û têkoşîna li hemberî şîdetê nîqaşên berfireh kir. Piştre jî me starta xebatên xwe da.”
 
‘Li malê wekê koleyan dixwebitin’
 
Aynur, diyar kir ku li navçeyan jî xebat dane meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi navçeyan re jî me bi koordîneyî xebat da meşandin. Em bêtir li ser navçeyan hûr bûn. Di vê xebatê de me dît ku barê jinên ku li gund û navçeyan dijîn bêtir giran e. Jin hem sewalan xwedî dike, hem karê malê dike û hem jî zarokan xwedî dike. Li malê wekî koleyan dixebitin. Mêr jî wekî her tim li qehwexaneyan dema xwe derbas dikin.” 
 
‘Li dijî çalakiyan her tim pandemiyê kirin hincet’
 
Aynur, destnîşan kir ku ligel kar û barê zêde, jin bi şîdet û îşkenceyê re jî rûbirû dimînin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Ji ber zextên civakê jî nikarin tiştên ku dijîn vebêjin. Pir zewac, qelen û berdêl hej li gund û navçeyan didomin. Em bêtir li ser wan mijaran rawestiyan û mal bi mal me xwe gihand jinan. Me guh da daxwazên wan û me pêşniyarên wan girtin. Her wiha bandora pandemiyê jî li ser xebatên me hebû û me nexwest ku jin bikevin xetere ye û em li gorî rêgezên wekî maske, paqijî û mesafeyê tevgeriyan. Li gelek deveran xebatên me bi hinceta pandemiyê hatin astengkirin. Her wiha niha li bajêr Rewşa Awarte heye û hemû çalakî hatin qedexekirin, ji bo pergalê jî pandemî bû hincetek.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe bi hêza xwe bidomînin’ 
 
Aynur, diyar kir ku mijara Gulistan Doku û Îpek Er her tim di rojeva kampanyeyê de bû û wiha bi lêv kir: “Di xwezaya jinê de îtiat nîne û di xwezaya jinê ne de her tim berxwedan heye. Me xebatên atolyeyan da destpêkirin, nêzîkatî û tevlîbûna jinan girîng û erênî bû. Hewldana me hemû jinan yek bû û me xwest em li hemberî şîdetê hêza xwe bikin yek. Em di 25’ê Mijdarê de daketin qadan. Lê çalakiya me ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Tişta balkêş jî li kolanekî çalakiya jinan hat astengkirin û li kolana din jî polîsan li dijî şîdeta li hemberî jinê broşûr belav kirin. Zîhniyeta ku pandemiyê kir hedef aliyek jî li kolanan broşûran belav kir. Lê divê bê zanîn ku em ê têkoşîna xwe bi hêza xwe bidomînin.”
 
‘Em ê êrişkar û tecawizkaran deşîfre bikin’ 
 
Aynur wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nava 2 mehên kampanyayê de me gelek çalakî, bername û civîn li dar xistin. Em ê bi kampanyayên wekhev xwe bi rêxistin bikin. Em xwe diparêzin” û got: “Ne em divê êrişkan û tecawizkar  xwe şerm bikin. Em ê li her qadên jiyanê êrişkar û  tecawizkaran deşîfre bikin û em ê parastina xwe bikin. Em ê xwe bi rêxistin bikin û bi hev re li ber xwe bidin.”