‘Her gotineke Rêbertî ji bo me nexşerêyek e’

  • 09:04 3 Kanûn 2020
  • Rojane
MEXMUR - Hevseroka Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) Rojîn Benek derbarê tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin de da zanîn ku dewleta tirk dixweze bi vê tecrîda giran kirî gelê kurd tune bike.
 
Ji 15’ê sibata sala 1999’an ve Rêberê PKK’ ê Abuldah Ocalan li girava Îmralî tê ragirtin, her roja derbas dibe tecrîd û îşkence li ser zêdetir dibê. Hevseroka Şaredariya wergeha penaberan a Mexmurê Rojîn Benek derbarê tecrîdê de ji Ajansa me re axivî û got: “weke tê zanîn bi salane tecrîdeke girankirî li ser Rêbertî tê meşandin, armanc û hedefa dewleta tirk ji vê  tecrîdê qut kirina têkîliya Rêbertî bi Gelê Kurd û tevgera azadiyê re ye. Ji ber ku dewleta tirk jî dizane ku her gotineke Rêbertî ji bo Gelê Kurd weke nexşerêyekê ye. Dema em berê xwe didin cîhanê û Rojhilata Navîn bi em dibînin ku bi taybetî jî paradîgmaya Rêbertî a netewa demokratîk çiqas bandoriya xwe li ser cîhana Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê kiriye. Mînaka vê jî mirov dikare wekî Mexmur, Şengal û Bakur û Rojhilatê Suriyê nîşan bide.”
 
‘Siyaseta qirkirin û helandinê tê meşandin’
 
Rojîn di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser êrîşên ku li her çar parçayên Kurdistanê tên kirin û wiha pêde çû: “Mirov dikare bêje ku tekoşîna tevgera azadiyê bi van çalakiyan heta roja me ya îro hatiye. Ger ku em li rojên destpêkê yên vê tevgerê jî meyze bikin em ê bibîn ku pêşengên me jî bi çalakiyên xwe ev berxwedan û tekoşîn gihandine lutkeyê. Niha jî li bakurê Kurdistanê girtiyên azadiyê yên ji ber fikir û ramanên xwe hatine girtin,  careke din bi destpêkirina gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger ku dane destpêkirin diyar kirinê ku wê dijmin tu carî nikaribe li hemberê tekoşîn û berxwedana Gelê Kurd bibin astang.  Bê guman mirov nikare van êrîşan, provakasiyon û şerê taybet yê ku li hemberê Gelê Kurd tê meşandin ji tecrîda giran kirî ya ku li ser Rêbertiya me tê meşandin qut bigire dest. Ji ber ku pergala ku niha li bakurê Kurdistanê tê meşandin pergala AKP-MHP'ê ya faşîst li ber çavan e. Siyaseta ku dimeşînin siyaseta qirkirin, tunekirin, kuştin û helandinê ye. Mirov dikare vê jî wekî rengekî dinê yê tecrîdê binirxîne û bigire dest. Ji ber her tişt weke xelekên zincîrê bi hev ve girêday ye. Ji bo wê jî mirov nikare bêje ev pergala heyî ji pergala ku li Îmraliyê tê meşandin cuda ye. Dewleta tirk a dagir ker jî bi riya tecrîdê dixweze têkîliya Gelê Kurd bi Rêbertî re qut bike. Li aliyê dinê jî dixwezin şerekî bi awayeke giştî li ser Kurdistanê bidin meşandin. Ji ber ku dewleta tirk a faşîst ber bi tunebunê ve diçe ji bo wê jî her roj êrîşên xwe li ser Kurdistanê berfireh dike, di heman demê de jî her carê dixweze bi pîlanekê başûrê Kurdistanê dagir bike.”
 
‘Jin bi fikir û ramanên Rêbertî li ser piyan e’ 
 
Rojjînê; rol û misyona jinê li hemberê van êrîşên topyekûn nirxand û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di demeke ewqas hestiyar de her rojê bi hincetekê tecrîdê her diçe li er Rêbertiya me girantir dikin.  Ji bo wê jî erk û berpirsiyartiya herî zêde dikeve ser milê me jinan û ciwanan. Bi taybetî jî dikeve ser milên me jinan.  Ji ber ku Rêbertî girîngiyeke pir mezin daye jinan û di nava cîhanê de jî ji bo me jinan cihekî pîroz veqetandiye. Em li rewşa jinan ya beriya ku tevgera azadiyê derbikeve temaşe bikin.  Tu carî jin weke şexs di nava civaka xwe de ne dihate dîtin. Ewqas hewildanên Rêbertî ji bo jinê hene ku her jinek îro bi xwe li ser piyan disekine. Bi rastî jî ew hewildan jî gihîştin encamekê.  Mesele em li rewşa jinê yA roja me ya îro binêrin her jinek bi saya fikir û ramanên Rêbertî xwe gihandiye asteke wisa ku di cîhanê de navê jina kurd belav bûye. Ji bo wê jî ya herî zêde divê xwedî li rêbertî bikeve jin e.”
 
‘Pêwîstî bi çalakiyan heye’ 
 
Rojînê herî dawî bal kişand ser berxwedana li dijî tecrîdê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Di demeke wiha de ku girtiyên azadiyê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin, pêwîste em her kêlî berxwedana xwe bilindtir bikin. weke Gelê Kurd pêwîst e em çalakiyên hîn bi bandor bidin destpêkirin. Mirov dikare bi çalakiyên cur be cur weke jin li her qadeke jiyanê pêşengiyê bike û bi rihê demê bijî. ji ber ku erk û berpirsiyartiya ku Rêbertî daye jinê û ciwanan ew e ku karibin civak û dîroka xwe biparêzin. Li  hemberê zilm û desthiladariyê bibin sembûla tekoşîn û berxwedanê. Bangewaziya min ji bo tevahî Gelê Kurd li her çar parçayên Kurdistanê ye ku divê yekîtiya Gelê Kurd were xurtikirin.  ji ber cihê ku lê yekîtî nebe wê serkeftin jî lê nebe. Di heman demê de divê em xwedî li girtiyên azadiyê derbikevin.”