‘Siyaseta dewleta tirk a li Efrînê plankirî ye û hemû dewlet şirîkê wê ne’

  • 09:02 3 Kanûn 2020
  • Rojane
Raperîn Bekir
 
ŞEHBA - Hiqûqnasa bi navê Roşîn Mistefa siyaseta dewleta tirk û guhartinên demografîk yên ku li Efrînê pêk tîne nirxand û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker ji bo kişandina pereyan û alîkariyan ji dewlet, Rêxistin û civakên navnetewî rastiya li Efrînê vedişêre. Siyaseta dewleta tirk li Efrînê siyaseteke pilankirî ye û hemû dewlet şirîkê wê ne.”
 
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê Kantona Efrînê dagir kirin, kiryarên dijmirovî û sûcên şer bi ser gelê resen de pêk anîn.  Bi aramnca koçkirina xwediyên axê û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan, jiyan li Efrîniyan reş kir. Dewleta tirk siyaseta guhartina demografîk dimeşîne û xwazaya Efrînê talan dike. Têkildarî mijarê Hiqûqnasa bi navê Roşîn Mistefa nirxand kir. 
 
‘Dewleta tirk sûcên şer pêk tîne’
 
Roşîn di destpêka gotina xwe de diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Kantona Efrînê ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve kiryar û sûcên dijmirovî tên pêkanîn û wiha got: “Ji destpêka dagirkirina Kantona Efrînê heta vê kêliyê dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê kiryar, sûcên dijmirovî li dijî gel û xwezayê didomîne. Şêniyên Efrînê bi komkujiyan re rû bi rû mane. Li kêleka kiryarên li ser gel kiryarên xwe li ser cihên pîroz û dîrokî jî dimeşîne.  Armanca dewleta tirk ji talankirin û hilweşandina cihên pîroz tunekirina dîrok û hebûna kurdan e. Her wiha  diziya dîroka şêniyên Efrînê jî tê kirin, wek diziya keleha Nebî Hûrî û tepê Eyndarê ku çete van şûnwaran li sûkên navneteweyî difroşin. Bi hezaran darên Efrînê hatin birîn û êzingên wan firotin. Ev kiryar û sûcên ku dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê li Efrînê dikin sûcên şer in.”
 
’70 xanî ji malbetên çeteyan re tên çêkirin’
 
Roşînê di berdewamiya axafitina xwe de bal kişand ser guhartina demografîk a ku li Efrînê tê kirin û wiha pê de çû: “Dewleta tirk a dagirker bi darê zorê şêniyên resen ji Efrînê koçber dike û li şûna wan malbetên çeteyan bi cih dike. Li gor belgekirina kiryarên dagirkeriyê di demên dawî de li ser çiyayê Baflûnê yê navçeya Şera ya Efrînê, înşat bi navê”Kopratîf” 70 mal ji bo  malbetên çeteyan tên çêkirin.  Her wiha li gundê Qîbarê yê navenda bajara Efrînê jî dewleta tirk kampan ji bo malbatên çeteyan ava dike.”
 
‘Dewleta tirk rastiya Efrînê vedişêre’
 
Roşîn tekez kir ku dewleta tirk her rastiya ku di Efrînê de diqewime ji cîhanê vedişêre û wiha domand: “Dewleta tirk a dagirker ji bo kişandina pereyan û alîkariyan ji dewlet, Rêxistin û civakên navnetewî rastiya li Efrînê vedişêre.  Yên ku vê yekê jî ew e ku niha dewleta tirk hewil dide bi rêya alîkariyên navneteweyî xaniyan ji bo malbetên çeteyan çêbike. Li ser vî esasî jî Rêxistina Elmanî ya bi navê ‘Welt Hunger Hilfe’ dexwaza tamîrkirina nêzî 400 xaniyên ku di Efrînê de hatine ruxandin ango zerar dîtine bike.  Lê 28 Rêxistinên hiqûqî ev şermezar kirin, rêxistin hişyar kirin û gotin projeya xwe bidin sekinandin.”
 
‘Hemû dewlet şirîkên pilana dagirkeriyê ne’
 
Roşînê projeyên dewleta tirk ên guhartina demokrafîg li Efrînê bi bîr xist û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Di 19’ê Mijdara 2020’î de dewleta tirk şirketa ceryanê li navenda bajarê Efrîn û navçeya Cindirêsê bi alîkariya şirketa Sûrî-Tirkî ya ceryanê vekir.  Her wiha ceryan bi pereyên tirk ku ji Tirkiyeyê re diçin tê belavkirin. Ev proje bi beşdarbûna nûnerên Koalîsyona Sûrî û cîgirê Seroka meclîsa herêmî ya Kantona Efrînê yê bi navê Mihemed Hec Reşîd, pêk hat. Di sala borî de dewleta tirk gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê bi bajarê Tirkiyeyê Hatay ve girêda û ji kantona Efrînê qut kir.  Her wiha zeyta zeytûnên Efrînê didize û li sûkên Ewropa di bin navê hilberînên Tirkiyayê de difroşe. Hemû kiryarên ku li Efrînê tên pêkanîn  bi aramnca koçberkirina şêniyên resen ên Efrînê ye û guhartina demografîk a kantonê ye. Siyaseta dewleta tirk li Efrînê siyaseteke pilankirî ye û hemû dewlet şirîkê wê ne.”