Evîn Ehmed: Ramanên Rêber Apo bingeha azadiya jinan e

  • 09:01 3 Kanûn 2020
  • Rojane
Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Mamosteya  Zanista Civakî ya bajarê Hesekê Evîn Ehmed tekez kir ku jin di nava pencên qirkirinê de li azadiya xwe digeriyan û wiha pê de çû: “Ramanên Rêber Apo rêka xelaskirina jinan ji koletî û desthilatdariyê ne.  Her wiha bingeha azadiya jinê ne.”
 
Ji bo her jineke ku di nava pencên qirkirinê de li azadiya xwe digere, fikir û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşaneya serkeftina jinan bû. Dewleta tirk ji sala 1999’an de heta roja me ya îro Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kiriye bin tecrîdeke girankirî. Têkildarî mijarê Mamosteya  Zanista Civakî ya bajarê Hesekê Evîn Ehmed nirxandin kir.
 
‘Tecrîd Ramanên Rêber Apo hedef digre’
 
Evînê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin ramanên wî hedef digire û wiha berdewam kir: ”Di dîrokê de gelek serhildanên kurdan çêbûn, hin jê têk çûn û hin jî berdewam in.  Gelek serokên kurdan hatin bidarvekirin û serhildanên wan têk çûn. Dewleta tirk li dijî serhildana komkujiyan pêk tîne û nahêlê ku azadiya gelan misoger bibe. Rêber Apo jî ji bo temamkirina serhildanên ku hatine çewisandin derket rê û îro jî bi milyonan mirov li pey fikir û ramanên  wî dimeşin. Ji ber ku fikirên Rêber Apo  rizgarkirina ji koletî û bindestiyê bûn, dîl hate girtin da ku fikir û ramanên wî ji civakê dûr bikin. Tecrîd ne li ser şexsê Rêber Apo ye, li ser ramanên wî ye. Ji ber ramanên wî ji bo çareseriya ji kirîza Rojhilata Navîn  re bersîva herî guncav in.”
 
‘Rêber Apo Îmralî veguheran t dibijstanê’
 
Evîn di domandina nirxandina xwe de destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistana zanistê û wiha dirêjî da gotina xwe: “Êdî her mirov ji kaniya vê zanistê vedixwe. Em ê weke jin têkoşîna xwe li dijî vê tecrîdê dewam bikin û azadiya Rêber Apo bi dest bixin. Hêzên hegomon fikirên Rêber Apo ji xwe re weke xeter dibînin.  Ji ber ku di pergalên wan de demokrasî tune ye û ev yek jî Rêber Apo di pirtûkên xwe de baş ji me re anelîz kiriye. Em ê di têkoşîna xwe de bi îsrar bin.”
 
‘Em ê li pey şopa azadiyê bin’
 
Evîn di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têbikoşin û wiha  axaftina xwe bi dawî kir: ”Bi pêşengtiya jinan şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi ser ket. Ramanên Rêber Apo rêya xelaskirina jinan ji koletî û desthilatdariyê ye, her wiha bingeha azadiya jinan e. Em ê li pey şopa azadiyê bin.”