Endamên Meclisa Giştî ya HDP'a Şirnexê ji peywirê girtin

  • 17:15 2 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Wezareta Karên Hundir, 3 endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î, ji peywirê dûr xistin. 
  
Wezareta Karên Hundir, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar a Şirnexê yên HDP'î Asûman Kulter, Sabrî Erdogmûş û Suleyman Adiyaman ku duh di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi awayekî "demkî" ji peywirê dûr xist. Bi vê dûrxistinê re hejmara endamên meclisê yên HDP'î ku bi giştî 17 kes bûn, dakete 9'an. Bêriya niha jî 5 Endamên meclisê yên HDP'î ji peywirê hatibûn  dûrxistin.