Polîs Êrîşî şêniyên taxê kir: 4 kes birîndar bûn
- 16:58 2 Kanûn 2020
- Rojane
COLEMÊRG - Li Geverê li taxa ku DEDAŞ'ê îda kir ceryan kaçak tê bikaranîn, polîsan êrîş kir û ji şêniyên taxê 4 kes birîndar kirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê Saziya Belavkirina Ceryanê (DEDAŞ) îda kir ku ceryan kaçak hatiye bikaranîn û prsonelên xwe li gel polîsan şandin taxê. Polîsan saetên ceryanê yên bi dîrekên ceryanê ve daxistin û ceryan birîn. Şêniyên taxê bertek nîşanî DEDAŞ'ê dan û gotin ku faturayên wan ên ceryanê de pereyekî zêde hatiye nivîsandin. Polîsan êrîşê şêniyên ku bertek nîşan dan kirin.
Ji ber êrîşa polîsan a bi gule û gaza îsotê 4 şêniyên taxê birîndar bûn.