Dayikên Aştiyê laçikên xwe avêtin erdê

  • 16:00 2 Kanûn 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê li dijî aloziya ku PDK dixwaze li başûrê Kurdistanê derbixe bertek nîşan dan û laçikên xwe yên spî avêtin erdê û gotin, "Em nahêlin ku şerê navxweyî di nav kurdan de bê derxistin."
 
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, li dijî aloziya ku tê xwestin ji aliyê PDK'ê de li Herêma Federal a Kurdistanê bê derxistin li ber avahiya HDP'ê ya Geverê daxuyanî dan çapemeniyê.  Daxuyanî liu ser navê dayikan ji aliyê Gulçîn Karaburk ve hat dayîn.
 
Gulçînê diyar kir ku Dayikên Aştiyê aramî û aştiyê dixwazin û ev tişt got, "Em bang li Mesut Barzanî dikin ku bi destên kurdan bigire û dawî li şerê navxweyî bîne. Tu fêdeya şer ji kesekî re tune ye. Ji bilî kurdan dostên kurdan tune ne. Heta ku em hebin em ê ji bo aştiyê têkoşînê bidin."
 
Dayikên Aştiyê, piştî daxuyaniyê laçikên xwe yên spî avêtin erdê û çalakiya xwe bi dawî kirin.