Meclîsa Efrînê zarokên komkujiya Til Rifatê bi bîr anîn

  • 15:18 2 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê zarokên komkujiya Til Rifetê bi bîr anîn.
 
Di 2'yê Kanûna 2019'an de dewleta tirk bi topan êrîşî bajaroka Til Rifetê kir û di encamê de 10 kesên ku 8 ji wan zarok bûn  jiyana xwe ji dest dan. Bi wesileya salvegera komkujiya Til Rifatê, Meclîsa Efrînê bi daxuyaniyekê zarokên komkujiya Til Rifatê bi bîr anîn. Di daxuyaniyê de nûnerên Meclîsa Kantona Efrînê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongreya Star, Malbatên Şehîdên komkujiya Til Rifatê û sazî û dezgehên sivîl amadebûn. Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclîsa Kantona Efrînê, Zehrîban Hisên ve hate xwendin de wêneyên zarokên ku jiyana xwe ji dest dane hatin hildan. 
 
'Dewleta tirk her roj êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike'
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Nêzî 3 salin Kantona Efrînê ji aliyê dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê ve hatiye dagirkirin. Bi rojane li Efrînê komkujî, revandin, destdirêjî û guhertina demografîk pêk tê. Ev yek jî hemû siyaseta qirêj a Erdogan e. Şêniyên Efrînê yên ku koçber bûne niha li Kantona Şehbayê dijîn. Ruxmê koçberiyê her roj rastî êrîş û kiryarên dewleta tirk tên. Her wiha li Şehbayê gelek komkujiyên mîna Başemrê, Aqîbê, Til Rifat û herî dawî jî komkujiya Kîmarê ku gelek zarokên bê sûc ên li benda vegera malên xwe bûn hatin qetilkirin. Heta roja îro jî dewleta tirk bi êrîşên xwe gefan li  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe. 
 
Em daxwaz dikin ku kujerên Til Rifatê bên darizandin
 
Îro salek di ser komkujiya Til Rifatê ya ku tê de 10 kesên 8 ji wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan derbas dibe. Her wiha di wê komkujiyê de nêzî 10 zarokan jî birîndar bûn û parçeyek ji endamê laşê xwe winda kirin. Heta niha jî kujerên vê komkujiyê nehatine darizandin û tu hesap ji xwînmijan nehatiye xwestin. Em weke şêniyên Efrînê daxwaz dikin ku kujer Erdogan bê cezakirin. Em weke şêniyên Efrînê li Şehbayê li ber xwe didin û bi israrin ku em bi rûmet vegerin cih û warên xwe."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.