Jinên ciwan piştgirî dan şêniyên Şengalê

  • 09:09 2 Kanûn 2020
  • Rojane
HELEB - Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê peymana ku hikûmeta Bexda û Hewlerê li ser Şengalê îmze kirine şermezarkir.
 
Bi armanca piştgiriya şêniyên Şengalê û şermezarkirina hevpeymana li ser Şengalê,Tevgera Jinên Ciwan a bajarê Helebê daxuyaniyek li  Hola Cebanat a taxa Şêx Meqsûdê bi tevilîbûna bi dehan ji jinên Ciwan da. Her wiha di daxuyaniyê de alên Tevgera Jinên Ciwan hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Tevgera Jinên Ciwan Perwîn Qehwê ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha bû: "Di 9'ê Cotmehê de di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de li ser Şengalê peymanek hate îmzekirin. Ev peyman ji bo ku xweseriya Şengalê û azadiya şêniyên wê herêmê ji dest wan bigirin hate îmzekirin. Ev daxwaz jî daxwaza dewleta tirk e û PDK'ê jî pêk tîne. Şengal bi xwîne bi hezaran şervanan ji DAIŞ'ê hate rizgarkirin û niha jî dixwazin cardin pêşî li êrîşek nû vekin. Piştî bi dawîkirina çeteyên DAIŞ'ê şêniyên Şengalê yên resen ku koçber bûbûn, bi rojane vegeriyan cih û warên xwe. Tu mafê PDK'ê û hikûmeta Bexdayê tune ye ku derbasî Şengalê bibin û xwesertiya gelê ku xwe bi xwe bi rêve dibin asteng bikin.  
 
Em weke Tevgera Jinên Ciwan ên bajarê Helebê piştgiriyê didin Şengalê. Em êrîş û kiryarên PDK'ê li ser Şengalê bi tundî şermezar dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bimre Îxanet" bi dawî bû.