'Bila êdî cîhaneke zarok tê de tên qetilkirin tune be'

  • 09:03 2 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Dayik û mamosteyên zarokên ku di komkujiya Til Rifatê de jiyana xwe ji dest dan bi lêv kirin ku ew ê zarokên xwe ji bîr nekin û wiha gotin:"Dewletên ku xwe wekî parêzvanên mafê zarokan dibînin çavên xwe ji vê komkujiyê re girtin. Bila êdî cîhaneke zarok tê de tên qetilkirin tune be. Em zarokên xwe ji bîr nakin."
 
Dewleta tirk di 2'yê Kanûna 2019'an de li bajaroka Til Rifatê komkujiyek pêk anî û di encamê de 8 zarokî û  du kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 zarok jî birîndar bûn. Li kêleka koçberiyê şêniyên Efrînê bi êrîşên dewleta tirk re li Til Rifatê bi komkujiyan re rû bi rû man. Piraniya qurbaniyên vê komkujiyê zarok bûn û  birîneke dijwar di dilê her mirovekî de hişt. Di salvegera 1'emîn ya komkujiya Til Rifatê de dayik û mamosteyên zarokên ku jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dan, axivîn. 
 
'Bila êdî cîhaneke zarok tê de tên qetilkirin tune be'
 
Dayika zarokê bi navê Arif Mihemed ê 7 salî ku yek ji zarokên qurbaniyên vê komkujiyê bû, Esmahan Hesen wiha axivî: "Di vê komkujiya bi êş de min kurê xwe winda kir. Arif zarokek bû ji xwe re li kolanê dileyîst. Kurê min tu sûcên dijmirovî nekiriye. Wî tenê weke her zarokî ji xwe re bi jiyanê re şad dibû. Bi jiyana koçberiyê re xeyalên wan bi dûrketina ji axa Efrînê winda bûn. Me dixwest em ji bo zarokên xwe pêşerojeke azad û aram ava bikin. Tevî hemû zehmetiyên ku em tê de dijiyan dîsa jî em teslîmî dagirkeran nebûn. Dewleta tirk bi vê komkujiyê re dilê me birîndar kir, lê hêrsa me jî li hember dijminê me xurtir kir ku di encamê de em têkoşîna xwe ji bo tolhildana zarokên xwe mezin bikin. Dewletên ku xwe wekî parazvanên mafê zarokan dibînin çavên xwe ji vê komkujiyê re girtin. Bila êdî cîhaneke zarok tê de tên qetilkirin tune be. Em zarokên xwe ji bîr nakin."
 
'Bila zarok bi azadî bijîn'
 
Mamosteya bi navê Sîham Koto ku mamosteya zarokên di komkujiyê de hatin qetilkirin bû wiha nêrîna xwe anî ziman: "Zarokên komkujiya Til Rifatê piraniya wan di refê min de bûn. Min ew perwerde dikir û hînî pêşerojeke azad û xwedî zanist dikir. Bi komkujiyê re êdî refa zarokan bê ken û xemgîn hiştin. Ew coş, moral û lîstokên wan hîn di bîra min de ne. Ne tenê malbatên wan bi windakirina wan êşiyan, wekî zarokên min jî bûn û ez jî gelekî pê êşiyam. Bila zarok bi azadî bijîn."
 
'Sûcdarên komkujiya zarokan wê hesab bidin'
 
Mamosteya zarokên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, Rûxoş Hiso, hestên xwe wiha parve kir: "Di vê komkujiyê de dewleta tirk xwest derbeyekê li pêşeroja me bixe, ji ber ev zarok hemû avakerên pêşerojê bûn. Dewleta tirk li dijî me bi kîn bû, ji bo wê xwest ku şewateke ewqas dijwar di dilê me de bimîne. Berovajî wê êdî em ji êrîşên wan natirsin, ji ber bi hezaran zarokên me îro di dibistanan de fêr dibin û wê bibin mezinên tolhildana van komkujiyan. Banga me ji civaka navneteweyî re heye ku li ser sûcên ku di derheqê zarokan de tên kirin bisekine û sûcdarên dewleta tirk hesab bidin."