ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2020'Î

  • 09:00 2 Kanûn 2020
  • Rojev
*Ji Rêveberiya Komîteya Aboriyê ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xaliya Necar derbarê Zagona Qeyser û bandora bilindbûna rêjeya dolar de axivî. Xaliyayê bal kişand ser girîngiya afirandinê û got: " Em dikarin bandora Zagona Qeyser bi afirandinên girîng û aboriya xwe ya xurt bişkînin. Ger em aboriya xwe xurt bikin em ê pêş bikevin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê bertek nîşanî aloziya ku tê xwestin di navbera kurdan de li başûrê Kurdistanê bê derxisitn dan û gotin ger ku ger ku ev alozî bê kurkirin wê sed salên din têkoşîna me paşve bide. DÎMEN HEYE
 
*Dayik û mamosteyên zarokên ku di komkujiya Til Rifatê de jiyana xwe ji dest dan bi lêv kirin ku ew ê zarokên xwe ji bîr nekin û wiha gotin:"Dewletên ku xwe wekî parêzvanên mafê zarokan dibînin çavên xwe ji vê komkujiyê re girtin. Bila êdî cîhaneke zarok tê de tên qetilkirin tune be. Em zarokên xwe ji bîr nakin."  DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Newroz Gulen têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û grevên li girtîgehan hatine destpêkirin wiha got:"Em ê faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişkînin û bi Birêz Abdullah Ocalan re aştiyê ji bo vî welatî pêde bikin. Ew li hundur em ê jî li derve serî hildin."
 
*5 sal ser berxwedana 103 rojan a Sûrê re derbas bû. Çend 5 sal derbas bû jî li taxên Sûrê bi navên cuda talankirin û texrîpkirin didomin. 
 
*Tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her roja ku derbas dibe girantir dibe. Li dijî tecrîdê her tim girtîgeh di nava liv û tevgerê de bûn û bûn pêşengên gelan. Girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê dest bi greva birçibûnê kirin û bangewaziya dem dema azadiyê kirin û gotin: “Heta tecrîd bê bidawikirin em ê çalakiya xwe bidomînin.” DOSYA GREV
 
*Bi salane li Tirkiyeyê şerek heye û ev şer di serî de bandorê li aboriyê dike. Kûrbûna qeyrana aboriyê bi xwe re xizaniyê tîne. Şêniyên Amedê diyar kirin ku şer di hela aborî û derûniyê de li ser civakê bi bandor e. DÎMEN HEYE