Şêniyên Şengalê destkeftiyên xwe diparêzin

  • 15:59 1 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Şêniyên Şengalê li hemberî Artêşa Iraqê û hevkarên wê  ji duh êvarê de bi asayişa xwe re di berxwedanê de ne. 
 
Li gorî,  agahiyên ketin ber destên me Artêşa Iraqê biryar dabû ku cihê Asayişa Şengalê lê ne bigire. Şêniyên Şengalê ku li hemberî Artêşa Iraqê bi asayişa ava kirien xwe diparêzin diyar kirin ku ew ê destûrê nedin ku Artêşa Iraqê Asayişa wan bigire û Şengalî tev herikîn qadan.  
 
Jina bi navê Nadya Hecî di  derbarê bûyerê de wiha axivî: “Ji şeva din ve em weke şêniyên Şengalê li ser piyan e. Hikumeta Irak û hevkarên wê dixwazin Şengalê veguherînin rewşa berê lê em destûrê nadin.  Dema ferman li me rabû ew li ku bûn. Em tenê bi hêza xwe bawer in û bi tu kesên din bawer nabin.” 
 
Jina bi navê Wetha hisên jî li ser buyerê wiha got: “ Em ê van hewildanên wan vala derbixin. Ew tucaran asayişên me nikarin bigirin ev asayiş ji zarokên vî gelî pêk tên û ji derveyî vê hêzê ji tukesên din em bawer nakin. Ma nu hate bîra wan ku Şengal girîng e. Di fermanê de em bi tenê hiştin niha jî roj bi roj me asteng dikin em weke ciwanên Şengalê rê nadin vê yekê.”