Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê: Bibin dengê çalakiya me

  • 13:09 1 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Jiyan Taş, Ozlem Seyhan, Songul Aşila û Medya Songul ên di greva birçîbûnê de banga, "Bibin dengê çalakiya me" kirin.
 
Girtiyên ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin, bi rêya malbata xwe peyam şandin.
 
Jiyan Taş, Ozlem Seyhan, Medya Aşila û Medya Songul ên di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku divê tecrîd bi dawî bibe û wiha gotin, "Divê bi Abdullah Ocalan re rûnên û pirsgirêk bê çareserkirin. Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê çalakiya me."