AKP'ê şaredariya Deştadarê bi projeyeke xeyalî firot

  • 10:34 1 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Şaredariya bajarokê Deştadarê ya AKP'ê ya navçeya Hezexê, bi projeyeke xeyalî ji aliyê AKP'ê ve hat firotin. 
 
Şaredariya AKP’ê ya bajarokê Deştadarê ya navçeya Hezexa Şirnexê, di 2’yê Mijdarê de civîna xwe ya meclîsêya meha Mijdarê pêk anî. Di civînê de Serokê şaredariya Deştadarê Abdulkadîr Balîca yê AKP'yî, avahiya şaredariyê pêşkêşî projeyeke ya ji bo "Çêkirina parqê û salona  dawetê" ku bê çêkirin ji bo krediyê pêşkêşî pejirandina endamên mecilsê kir. Hat diyarkirin ku projeya hatî pêşkeşkirin ji aliyê endamên meclîsê yên AKP’yî ve hat qebûlkirin û şaredarî bi 6 Milyon TL hat firotin.