Rojbîn Çetîn a bi nexweşiya pençeşêrê nayê tedawîkirin

  • 10:22 1 Kanûn 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Hat hînbûn ku Aktivîsta TJA'yê Rojbîn Çetîn a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê tê girtin û bi nexweşiya pençeşêrê ya rehîmê ye nayê tedawîkirin. Malbata Rojbînê ya ku pêdiviyên xwe yên rojane bi zehmetî bi cih tîne, banga hestiyariyê kir. 
 
Polîsan di 26'ê Hezîranê de bi ser mala Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn de girtibûn û 3 saetan bi kûçikan îşkence lê kiribûn. Piştî binçavkirina 12 rojî Rojbînê hat girtin û birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê. Rojbîna ji tîrmehê heta niha girtî ye û nexweşiya pençeşêra rehîmê ye li girtîgehê di bin şerdên dijwar de jiyana xwe didomîne.  
 
Nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne!
 
Hat hînbûn ku Rojbîna li girtîgehê nikare îlacên xwe bigire ji bo tedawiyê nabin nexweşxaneyê. Li gor agahiyên girtiyeke bi Rojbînê re di heman koguşê de dima û di rojên borî de tehliye bû,  xwarinên cuda ji bo Rojbîna ku ji ber nexweşiya xwe nikare her xwarinê bixwe, nayê dayin. Hat hînbûn nexweşiya Rojbînê di girtîgehê de hîn zêde dibe û Rojbînê nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bîne. Her wiha rêveberiya girtîgehê Rojbînê nabe nexweşxaneyê. 
 
Hejmara li derve ya har roj tê ferzkirin
 
Hat hînbûn ku Rojbîna di bin şerdên zor de jiyana xwe didomîne bi girtiyên li koguşê her roj li hewşê jimartin li ser tê ferzkirin. Li gor agahiyên ji parêzeran hatin girtin ji girtiyên jimartina li derve qebûl nakin her roj girtek tê girtin. 
 
Banga hestiyariyê
 
Malbat Rojbînê ya ku me têkildarî mijarê hevdîtin pê re kir dan zanîn ku ew dixwazin Rojbîna pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene demildest bê berdan. Malbatê di vî warî de ji raya giştî re banga hestiyariyê kir.