'Armanca êrîşên li ser Til Rifatê têkbirina pergala xweseriyê ye'

  • 09:43 1 Kanûn 2020
  • Rojane
Raperîn Bekir
 
ŞEHBA - Hewildanên hêzên dagirker ên li Til Rifaetê êdî bi rengekî zelal eşkere dibe. Niha bajarok di nava pilanên dagirkeriyê de ye. Lihevkirinên ku di dema pêş de çêbibin hîn ne diyar in, lê ya diyar ew e ku gelek bazar li ser bajaroka Til Rifatê tên pêşxistin. 
 
Bajaroka Til Rifatê 35 km. ji bajarê Helebê dûr e. Li gor lêkolînvanan erdnigariya wê digihêje 710 hektarê. Li gor bilançoya sala 2013'an serjimara welatiyên wê digihêje 85 hezar û 833 kesî. Beriya aloziya Sûriyeyê bajarokê Til Rifatê wekî hemû herêmên di Sûriyeyê de di bin serweriya Rejima BAAS'ê de bûn. Rewşa wê ji ya bajar û herêmên din ne cuda bû. Destdirêjiya zîhniyeta serweriyê pir li pêş bû. Piştî şerê ku li Sûriyeyê rû da gelek guhertinên bingehîn di vê bajarokê de hatin çêkirin. Em ê di vê dosyayê de me behsa danasîna vê bajarokê cihê wê yê stratejîk û guhertinên ku bi xwe re aniye, kir.
 
Til Rifat rojane tê topbarankirin
 
Bi hatina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re êdî bandor li ser gelek deverên li Sûriyeyê hat kirin. Yek jê jî bajarokê Til Rifatê bû. Di sala 2016'an de hêzên kurdî di bajarok de bi cih bûn. Êdî pergala bajarok bi derketina Rejima BAAS'ê re ber bi aramîyê ve diçû. Kesên ku ji deverên cuda yên Sûriyeyê li bajaroka Til Rifatê weke cihekî aram ji xwe re hilbijartin û tê de jiyana xwe domandin. Bi avabûna pergala Rêveberiya Xweser sazî û dezgehên sivîl hatin avakirin. Rewşa bajarok pir baş dihat dîtin. Bi kontrolkirina dewleta tirk û komên girêdayî wê yên herêmên mîna Bab, Ezaz, Cerablûs û Idlib êdî bandorên neyênî li Til Rifatê kir. Bajarok bûye armanca konrtolkirina dewleta tirk û rojane rastî topbaranê tê. 
 
Armanca êrîşên li ser Til Rifatê têkbirina pergala xweseriyê ye
 
Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk bi alîkariya komên girêdayî xwe êrîşî Efrînê kir. Piştî ku Efrîn hate dagirkirin şêniyên wê neçarî koçberiyê bûn. Beşek ji koçberan li Şehbayê bi cih bûn û beşê din jî li Til Rifatê jiyana xwe domandin. Rêveberiya Xweser li Til Rifatê ji bo kesên koçber gelek derfetên jiyanê afirandin. Lê her ev bajarok bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Armanca van êrîşan ew e ku pergala Rêveberiya Xweser li wir tune bibe û dîsa gel mecbûrî koçberiyê bibe. Dewleta tirk ev pergal weke metirsiyekê li ser hebûna xwe ya li herêmên nêzî Til Rifatê dibîne. Ji bo wê bê navber jiyana mirovan dixe nava metirsiyê. Dewleta tirk bi hinceta hebûna hêzên kurdî li Til Rifat û Şehbayê çavên xwe li dagirkeriyeke nû vedike. 
 
Jiyana ji nû de hat avakirin tê hedefgirtin
 
Bi koçkirina şêniyên Efrînê ya ji bajarokê Til Rifatê re êdî pêwistî bi avakirinên nû hebû. Lewma di bajarok de komîn û meclîs hatin avakirin. Di hemû saziyên bajarok de hemû pêkhate cihê xwe bi awayekî demokratîk tê de digirin. Her wiha ji bo xizmeta gel saziyên xizmetguzariyê hatin avakirin. Di aliyê tenduristiyê de jî ji bo ku gel tedawiya xwe bibîne cihên taybet hatin avakirin. Em dikarin bêjin ku ji nû de jiyan li Rifatê hat avakirin. Jiyana ji nû de hat avakirin tê hedefgirtin. Di nava herîkîna jiyan û ewlehiyê de dagirker li derdora Til Rifatê torên xwe davêjin. Ji ber stratejiya Til Rifatê ya ku dikeve ser riya M4 û girêdana çend bajaran bi xwe ve girê dide. Ev yek bajarok di xeleka dagirkeriyê. 
 
Bazar li ser Til Rifatê çêdibin
 
Hewildanên hêzên dagirker li Til Rifatê êdî bi rengekî zelal eşkere dibe. Niha bajarok di nava pilanên dagirkeriyê de ye. Lihevkirinên ku di dema pêş de çêbibin hîn ne diyar in, lê ya diyar ew e ku gelek bazar li ser bajarok tên pêşxistin. 
 
Di encama topbarana dewleta tirk de 8 zarokî jiyana xwe ji dest dan.
 
Di 2'yê Kanûna 2019'an de dewleta tirk bi topan êrîşî bajaroka Til Rifat kirin û di encamê de 8 zarokî jiyana xwe ji dest dan û 12 zarok jî birîndar bûn.  
 
Ev bajarok bi rojane rastî topbaran dewleta tirk tê.