Hevşaredarên Jin: Em dev ji pergala hevserokatiyê bernadin

  • 09:07 1 Kanûn 2020
  • Rojane
AMED - Yek ji deskeftiyên jinan ên herî sereke pergala hevserokatiyê ye. Lê îro ev destkeftî di bin êrşên cûr bi cûr de ne. Hevşaredarên jin ên ku li dewsa wan qeyûm hatine tayînkirin, destnîşan kirin ku ew tevî van êrîşan dev ji pergala hevserokatiyê bernadin.
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di sala 2014'an de di hilbijartinên xwecihî de cara yekê pergala hevserokatiyê pratîze kir. Bi pergala hevserokatiyê re jin bêhtir bûn xwedî gotin û jinan rengê xwe dan hemû qadên jiyanê. Piştî ku pergala hevserokatiyê hat pratîzekirin ji aliyê zîhniyeta mêr ve hedef hat girtin.  Jinên ku li hundir bi zîhniyeta mêr re têkoşîyan li derve jî li dijî tundiya dewletê li ber xwe dan.  Îqtîdara AKP-MHP'ê piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê bi OHAL a ku îlan kir re bi qeyûmên ku tayîn kirin pergala hevserokatiyê kir hedefa xwe.  Îqtîdarê bi qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP'ê kirin navendên jinan ên di bin banê şaredariyê de hatin vekirin ji xwe re kirin hedef. Bi mêrên ku tayînî Serokatiya Daîreya Jinan û Muduriyeta Polîtîkayên Jinan hatin kirin re sazî bê wate kirin.
 
Têkîldarî mijarê Hevşaredarên jin ên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin derbarê mijarê de nirxandin kirin.
 
‘Jinan li hemû qadan hebûna xwe ispat kir’
 
Hevşaredara Erxaniyê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Meryem Yildiz, anî ziman ku bicihbûna jinê ya di qada sîyasetê de tê hedefgirtin û wiha berdewam kir: “Pergala hevserokatiyê ku di qanûnê dewletê de cih digire îro bi êrîşên cûr bi cûr re rûbirû ye. Îqîtdar bi vî awayî qanûnan binpê dike.  Di bingeha pergala hevseroaktiyê de jin heye û jin vê pergalê bi têkoşîna xwe dihone. Jin bi salan e têkoşînê didin. Jiyanê jin ava dikin û hebûna xwe digihînin her qadê. Êrîşa li ser jinê êrişa li ser civakê ye. Pêşiya gav avêtina jinan a ji bo sîyasetê û hevkariya bi  Rêberên jin re tê astengkirin. Bi tayinkirina qeyûman re darbe li hemberî destkeftiyên jinan hat kirin.
 
‘Ji ber qeyûman projeyên me nîvco man’
 
Meryemê diyar kir ku gelek projeyên wan derbarê jinan  de hebûn û wiha berdewam kir: “Yek ji wan projeyên me jî pêşî vekirina midûriyeta jinan bû. Bi vî awayî dema ku jin dihatin pirsgirêkên xwe bi jinan re radigandin. Pêwendiya jinan a bi şaredariyê re bi saya pergala hevserokatiyê pêk hat. Projeyên me yên wek, parka ji bo jinan, pirtûkxaneya jinan û  firina jinan hebûn. Hindik mabû ku biqediyana lê piştî ku qeyûm hat û em ji peywirê hatin dûrxisitn hemû projeyên me jî nîvco man.”
 
'Pergal cihê jinê di civakê de zêdetir dike'
 
Hevşaredara Nisêbîne Semîre Nergîz jî got pergala hevserokatiyê nîşaneya asta têkoşîna jinên kurd e û wiha pêde çû: “Pergala hevserokatiyê rolên civakî yên mewcûd veder dike û cihê jinê di nav civakê de zêdetir dide xuyakirin û di nav xwe de dihewîne. Lê mixabin îro ev pergal tê kirîmînalîzekirin. Her çiqas  êrîş pêk werin jî em dev ji vê pergalê bernadn. Em wek jin bi qasî derfetên xwe pergala hevserokatiyê didin pênasekirin. Ji ber ku heke îro ev pergal baş bihata fêmkirin wê di civakê de guhertineke baş bihata kirin. Em dizanin ku ev pergal ji bo azadiya jinê pêngavek mezin e heta ku vê pergalê di her qadên jiyanê de bi cih bikin em ê bixebitin.”
 
‘Me parastina temsîlîyeta wekhev kir’
 
Hevşaredara Gimgimê Ulku Karaaslan jî axivî û destnîşan kir ku wan jiyana ku sîstem li gorî berjewendiyên xwe honandiye nepêjîrand û got: “Me di jiyanek newekhev de parastina Nûnertiya wekhev kir û bi vî awayî em hatin hedefgirtin. Jİ ber ku bi helwesta me jinên ku nedihatin xuyakirin hatin xuyakirin. Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin em jî hatin girtin û binçavkirin. Em hay ji hemû tiştan hebûn û tevî van yekan me paşde gav neavêt. Ji ber ku me têkoşîn dida. Em tu carî ji xeta pergala hevserokatiyê dernakevin û em ê vê pergalê li her derê biparêzin.”
 
'Naxwazin jin jî di mekanîzimaya biryaran de cih bigiin’
 
Herî dawî jî hevşaredara navçeya Farqînê ya Amedê Naşîde Toprak a qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin axivî û anî ziman ku jin bi pergala hevserokatiyê xwe digihînin her qadê û ev tişt got: “Ewil jin tenê mafên wan m bijartinê hebû.  Lê bi vê pergalê re di siyaetê de bi awayê wekhev cih girtin. Ev deskeftiya herî mezin niha ji bo cîhanê jî wek modelekê ye. Ji ber vê ye ku pergal bi êrîşan re rûbirû dimîne. Jİ ber ku nayê xwestin jin jî di mekanîzmaya biryaran de cih bigirin.”