'Daxwazên ENKS'ê li dijî hêvî û armancên Gelê Kurd e'

  • 09:03 1 Kanûn 2020
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Desteya Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Hesîna Ehmed derbarê biryar û daxwazên ENKS’ê yên li dijî zimanê kurdî wiha got: "Daxwaza ENSK'ê ji bo hemû Gelê Kurd ê ku bi salane ji bo vî zimanî têkoşîna xwe didin meşandin cihê mixabiniyê ye û li dijî hêvî û armancên Gelê Kurd e."  
 
Di dema dawî de û di destpêka avakirina yekîtiya partiyên kurdî de, ENKS’ê daxwazên xwe di hevpeymanan de diyar dike û dibêje heger yekîtiya partiyan were avakirin pêwîst e zimanê dayikê ji dibistanan rabe û vegere weke sîstema berê. Di derbarê vê mijarê de xwendevan, mamoste, rewşenbîr û hemû Gelê Kurd nerazîbûnên xwe li hemberî van daxwazan bi rengekî rojane didin diyarkirin. Têkildarî mijarê Endama Desteya Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Hesîna Ehmed nerîna xwe parve kir.
 
'Ziman rastî û hebûna mirovan e'
 
Hesînayê di destpêka gotina xwe de diyar kir ku ew bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hînî zimanê dayikê bûne û wiha got: "Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî ji hemû kurdan re weke xewin û xeyalekê bû. Tu kes ji bilî di mala xwe de zimanê kurdî nedikarî baxivin û me tu bingeh û rêzimanê xwe nedizanîbû. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derfetên pir mezin ji bo zimanê me ava bûn û em hînî zimanê dayikê bûn. Ji destpêkê de ji taxan hînbûyina zimanê kurdî dest pê kir û ez jî di nava wan de xwendevanek bûm ku hînî şêwaz û rêzimanê xwe dibûm. Dema ez derbasî fêrbûna zimanê kurdî bûm ez gelekî kêfxweş bûm. Her wiha ne tenê Gelê Kurd gelek netewên din jî hînî zimanê me dibûn. Dema me cara yekem sirûda 'Reqîb' digot bi kêyf û xweşî hêsir di çavên me de dibariya. Ziman rastî û hebûna mirovan e, ji bo wê her netewek bi çand û zimanê xwe heye." 
 
'Zimanê kurdî destkeftiya herî pîroz a di Şoreşa Rojava de ye'
 
Hesînayê di berdewamiya axaftina xwe de qala destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir û got: "Şoreşa Rojava bi şoreşa jin û ziman hate naskirin. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek destkeftî hatin bidestxistin ji wan yek jî zimanê dayikê bû. Dema em hînî zimanê kurdî dibûn hemû berhem û keda dapîr û bapîrên me bûn. Hînbûna zimanê kurdî serkeftinek pir mezin bi xwe re ava kir. Dema me zimanê kurdî derbasî dibistanan kir, elbet zehmetiyên wê jî hebûn, lê di encamê de me nifşên pêşerojê hînî zimanê dayikê kir."
 
'Divê em destkeftiyên xwe biparêzin'
 
Hesînayê nerazîbûna xwe ji daxwaza ENKS’ê re ku zimanê dayikê ji dibistana rabe nîşan da û wiha pê de çû: "Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gelek bedelên giranbuha hatin dayîn û bi hezaran keç û xortên me canê xwe feda kirin. Ev şehîdana ji bo maf, avakirina jiyana wekhev, fikrê netewa demokratîk û yekîtiya kurdî gelek bedelên mezin dan. Pêvajoyek pir hesas e û divê em yekîtiya xwe ava bikin, lê Partiya ENKS'ê bi hêsanî daxwaza rakirina zimanê kurdî û hevserokatiyê dike. Biryara ENSK'ê ji bo hemû Gelê Kurd ê ku bi salane ji bo vî zimanî têkoşîna xwe didin meşandin cihê mixabiniyê ye û li dijî armanc û hêviya Gelê Kurd e. Ev dem ne ew deme ku em kurd xwe bi xwe hevdu reş bikin û êrîşî hevdu bikin, ev dem ew dem e ku em yekîtiya xwe ava bikin û destkeftiyên xwe biparêzin."
 
'Ji bo em bigihêjin mafê xwe pêwist e yekîtiya xwe ava bikin'
 
Hesînayê herî dawî bang li Gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe ava bikin û wiha bi dawî kir: "Pêwist e Gelê Kurd li dijî dijminê xwe baş hişyar be û dijminê xwe nas bike. Îradeya Gelê Kurd ji dijmin xurtir û bi hêztir e. Dijminê kurdan naxwaze yekîtiya kurdan pêk were, bila partiyên me jî bi vê yekê neyên xapandin û xwestekên dijmin bi cih neynin. Em hemû kurd in û berjewendiyên me yek in. Ji bo ku em hemû kurd bibin xwedî dozekê û bigihêjin mafê xwe pêwist e em yekîtiya xwe ava bikin û li gorî xwestek û biryarên tu dewletan tev negerin."