Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin zêde bû

  • 08:57 1 Kanûn 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - Polîsan, li Şirnex û  navçeyên wê serê sibehê bi ser gelek malan de girt, di nav de Hevseroka HDP’ê ya Hezexê Nafiye Geçgel, Hevşaredara Cizîrê ya ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî heyî, 9 kes hatin binçavkirin.
 
Li Şirnex û navçeyên wê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt û gelek kes hatin binçavkirin. Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, serê sibehê di serdegirtina malan de Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Nafiye Geçgel, endama Meclîsa Giştî ya HDP’ê Elfesya Nas, rêvebirê navçeyê Ekrem Şavluk hatibûn binçavkirin. Her wiha hat diyarkirin ku polîsan bi ser mala rêvebira navçeyê Rusel Sadak de jî girtiye lêgerîn kirine û ji ber ku ne li malê bûye nehatiye binçavkirin.
 
Li navçeya Silopiyê jî hat diyarkirin ku polîsan bi ser mala endama Meclîsa Giştî ya Navendê ya HDP’ê Asuman Kûlter û Hevserokê HDP'ê yê Silopiyê Kadîr Kunur de jî girtine û hatiye binçavkirin. Her wiha li Şirnexê jî di serdegirtina malan de rêvebirê HDP’ê Sekvan Kilinç hat binçavkirin.
 
Li Cizîrê jî Hevşaredara Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu û rêvebirê navçeyê Yakup Barkin jî hat binçavkirin. 
 
Li bajarokê Sêgirkê yê Qilebanê jî endamê HDP'ê Cemîl Gûn hat binçavkirin. Kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin muduriyeta polsîan.