Şêniyên Helebê piştgirî dan şêniyên Şengalê

  • 16:37 30 Mijdar 2020
  • Rojane
HELEB - Şêniyên Helebê bi meşeke girseyî êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji şêniyên Şengalê re nîşan dan.
 
Bi pêşengtiya Mala Êzîdiyan a bajarê Helebê bir armanca şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê gel daketin qadan û pişgiriya xwe ji şêniyên Şengalê re nîşan dan. Di meşê de bi sedan şêniyên taxa Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Her wiha di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Mala Êzîdiyan û pankartên bi nivîsa "Parastina rûmeta jinên Şengalê, parastina hebûna jinan e" hatibû hildan. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir û li hola Şaredariya Gel rawestiya. 
 
'Em êrîşên li ser Şengalê şermezar dikin' 
 
Piştî meşê deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Mala Êzîdiyan Rûşîn Mûse êrîşên li ser Şengalê şermezar kir  û wiha domand: "Îro êrîşek pir dijwar li ser Şengalê tê meşandin û em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Niha em di pêvajoyek pir giran û hesas re derbas dibin, ji bo wê divê em berxwedanek pir mezin nîşan bidin. Divê em bi têkoşîn û berxwedana xwe pilana li ser Gelê Şengalê ji aliyê dijminan ve pêk tê têk bibin."
 
'Kurdên Êzidî heta niha hebûna xwe diparêzin'
 
Ji Rêveberiya Mala Êzîdiyan ya bajarê Helebê Raniya Cefer jî wiha got: "Kurdên Êzîdî di dîrokê de gelê herî kevnar in. Kurdên Êzîdî ji gelek fermanan re derbas bûne û heta roja îro jî hebûna xwe diparêzin. Îro jî ji aliyê hikûmeta Bexda û Hewlerê ve peyman li ser Şengalê tê îmzekirin. Em vê êrîşê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin."
 
Meş bi dirûşma "Bimre Îxanet" bi dawî bû.