Şandeya HDP'ê li Qoser û Nisêbînê serdana esnafan kir

  • 15:50 30 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Şandeya HDP'ê ku di nav de hevserokê giştî y HDP'ê Mîtat Sancar ji cih digire li navçeyên Nisêbîn û Qoserê serdana esnafan kir.
 
Şandeya HDP'ê 3 roj in li Mêrdînê civînên gel li dar dixe û serdana esnafan dike. Şande îro jî li navçeyên Qoser û Nisêbînê serdana esnafan kir û civîna gel li darxist. Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, parlamenter Pero Dundar, Ebru Gunay parlementer Siddik Taş, Necdet îpekyuz, Nusrettin Maçî, Îmam Taşçier û Rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyên Mêrdînê  tevli xebatê bun.
 
Şande destpêkê li bazara Genim  û pişre jî li qada Azadiyê yên girêdayî navenda Qoserè ne bi diruşmên  "HDP'e gel e Gel li vir e" hat pêşwazîkirin û serdana esnafan hat kirin. Şandeya ku li pirsgirêkên esanafan gundar kir rastî eleqeyek mezin hat.
 
Li Nisêbînê jinan şande bi coş pêşwazî kir
 
Şandeya ku  pişre derbasî Nisêbînê bu bi coşek mezin û girseyek mezin a jinan hate pêşwazîkirin. Şandeyê bi gel re li sûka Qeçexçiyan serdana esnafan kirin. 
 
Girseyê şande bi tilîlyên jinan û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hat pêşwazîkirin.