Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê di roja 4'emîn de ye

  • 14:54 30 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ji aliyê girtayan ve di 27'ê Mijdarê de hat destpêkirin di roja 4'emîn de ye. Ew ê di 2'yê Kanûnê de koma duyem çalakiya greva birçîbûnê dewir bigire. 
 
Bi sedan girtiyên di girtîgehan de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li dijî wan di 27'ê Mijdarê de dest bi Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Li herêmê û Tirkiyeyê gelek girtiyên PKK û PAJK'î dest bi greva birçîbûnê kirin.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya koma yekem di roja 4'emîn de dewam dike. Ew di 2'yê Kanûnê de koma duyem çalakiya greva birçîbûnê dewir bigire. 
 
Her wiha girtiyên bi malbatên xwe re hevdîtina telefonê dikin anîn ziman ku heta çalakiya wan bigihêje armanca xwe ew ê dewam bikin.