TJA'yê ji bo parastina xwezayê bang kir

  • 12:51 30 Mijdar 2020
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê, têkildarî talankirina xwezayê de daxuyaniyek dan di daxuyaniyê de aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan axivî û anî ziman ku êrîşên li dijî xwezayê li dijî jinê tên kirin û banga xwedîderketina li xwezayê kir.
 
Tevgera Jinên Azad(TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li dijî talankirina xwezayê li taxa Bahçelîevler a Şirnexê daxuyaniyî dan. Hevseroka HDP'ê ya Şirnexê Sabuha Akdag, aktîvîstên TJA'yê û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Di duyaniyê de aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axivî. Emîne, bal kişand se kampanya "Em xwe diparêzin" û anî ziman ku bi salanin li ser axa Kurdistanê xweza tê qirkirin. Emîne, got ku xwezaya Kurdistanê hatiye dagirkirin û wiha berdewam kir: " Em jin li dijî komkujî û talankirina xwezayê berxwedana xwe didomînin. Bi mehan li Cûdî, Gabar û Bestayê şewat derket û berpirsyaran tu tiştî nekir." 
 
'Xwezaya me tune dikin’
 
Emîne, destnîşan kir ku qirkirina xwezayê tê wateya êrîşên li dijî jinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li herema me ya Kurdistanê bendav û HES tên çêkirin. Ev hemû ne ji rêzê û tesadûfin. Bi van êrîşan dixwazin xweza û qada me ya jiyanê tune bikin. Li dijî xwezayê qirkirin tê kirin. Em jin xwedî li xweza û axa xwe derdikevin. Em ê destûrê nedin ku xweza û çanda me tune bikin.”
 
'Bêdeng nebînin'
 
Emîne, dawiya axaftina xwe de got ew çawa ku duh û îro xwedî xwezaya xwe derketine dê sibê jî xwedî xwezaya xwe derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek jinên Botanê bang dikin; Em li dijî talankirina xwezayê dengê xwe bilind dikin û xwedî dîroka xwe derdikevin. Em li dora xwezaya xwe bibin hawêr û li hember van êrîşan bêdeng nebînin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Em xwe diparêzin” û çandina daran ve bi dawî bû.