Ji bo Zeyneb Celaliyan a hevkarî qebûl nekir qedexeya hevdîtinê

  • 12:50 30 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber siyasetmedara kurd Zeynep Celaliyan daxwaza hevkariya bi Rejîma Îranê qebûl nekir loma mafê wê yê hevdîtina bi telefonê ya bi malbata wê re hat astengkirin. 
 
Zextên Rejîma Îranê yên li ser girtiyên siyasî yên  kurd her ku diçe zêde dibe. Hat hînbûn ku destûr nayê dayin Zeyneb Celaliyan bi malbata xwe re bi telefonê hevdîtinê pêk bîne. Di rojên borî de îşkence li Zeyneb Celaliyan hatibû kiri û ew biribûn Girtîgeha Yezdê. Hat hînbûn ku bavê Zeynebê jî ji aliyê Rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin. 
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku Zeynebê fêdeyê ji mafê mirovan ên bingehîn fêdeyê nagire. Her wiha rêxistinê diyar kir ku hevdîtina bi malbata Zeynebê re hatiye qedexekirin. 
 
'Tu hevkariyê neke tu nikarî mafê xwe bi kar bînî'
 
Li gor agahiyên rêxistinê ji jêderkên herêmî girtiye Zeyneb dema sirgunî Girtîgeha Yezd hatiye kirin wiha gotiye:"Rêveberiya girtîgehê da zanîn ku heta ez bi wan re hevkariyê nekim û nebêjim poşman im ez ê ji hemû mafên xwe bêpar bêm hiştin."
 
Bavê Zeynebê jî hat binçavkirin
 
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê diyar kir ku bavê Zeynebê jî ji aliyê leşkerên italat ên girêdayî Rejîma Îranê ve li Makoyê hatiye binçavkirin û 24 saet şûnde bi kefaletê serbest hatiye berdan.