Jinên HDP'yî banga yekîtiya neteweyî kirin

  • 09:01 30 Mijdar 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Colemêrgê Sînem Seven bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî ya ji bo kurdan û got ku divê astengiyên li hemberî yekitiya netweyî ji holê bên rakirin û hemû kurd ji bo vê yekitiyê bikevin tevgerê.
 
Aloziya ku ji ber Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi piştevaniya Tirkiyeyê xwest hêzên xwe li qada gerîlla bi cih bike li Herêma Federal a Kurdistanê derket berdewam dike. Li gel banga gelek ronakbîr, hunermend û siyasetmedarên kurd a ji bo yekitiye hîna PDK'ê tu gav neavêtine.  Sînem Seven, bang li Mesut Barzanî kir û wiha got, " Şerê ku îro dixwaze bide destpêkirin wê sibe dewletên dagirker li dijî wî bidin destpêkirin. Ji ber ku dewletên dagirker dixwazin kurdan tune bikin." 
 
'Li gel şerê li dijî dagirkeran di nav me de jî şer heye'
 
Sînemê diyar kir ku ji berê û paşê de kurdan xwestine li çar parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin û tu cudahî di navbera kurdên li Sîne, Qamişo û li Colemêrgê de tune ye. Sînemê anî ziman ji bo yekitiyê çi ji destên jinan bê wê ji bo yekityê bikin û wiha berdewam kir: " Em jin ji bo yekitiya netweyî ku pêk bînin amade ne û çi ji destên me bê em ê bikin.  Em kurd li gel şerê ku em li dijî dewletên dagirker dikin di nav xwe de jî şer dikin.  Di şerê navxweyî de rondikên çavên me ji şerman dibarin û niha jî em vê dijîn. PDK dixwaze şerekî bi vî rengî bide destpêkirin. Lê em li dijî vê ne."
 
'Divê dev ji vî şerî berdin'
 
Sînemê bang li Barzanî jî kir û wiha got: "Bila Barzanî ji bîr neke ku şerê dixwaze kurdan bi hev bide qirkirin wê sibe dewletên dagirker jî li dijî wî pêk bînin. Ji ber ku ew jî kurd e û dewletên dagirker dixwazin kurdan tune bikin.  Ji ber wê bila şerê navxweyî di nav kurdan de neyê destpêkirin û dayik negirîn."
 
'Divê şerê hevkujiyê neyê destpêkirin'
 
Sîpan Turan jî diyar kir ku di dîrokê de çi hatiye serê kurdan ji ber ku yekitiya xwe pêk neanîne  û ev tişt got: "Wekî duh ger ku îro jî kur nebin yek wê nikaribin hebûna xwe bidin ispatkirin  û wê destkeftiyên xwe yên heyî jî ji dest bidin. Divê êdî dayikên kurd negirîn û şerê hevkujiyê pêk neyê. Divê astengiyên li pêşiya yekitiye bên rakirin û ji bo yekitiyê têkoşîn bê dayîn."