ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2020'Î

  • 09:00 30 Mijdar 2020
  • Rojev
*Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Colemêrgê Sîpan Turan bal kişand ser girîngiya yekitiya nerweyî ya ji bo kurdan û got ku divê astengiyên li hemberî yekitiya netweyî ji holê bên rakirin û hemû kurd ji bo vê yekitiyê bikevin tevgerê. DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Emîne Sîdo ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê ji Efrînê berê xwe da Helebê, di derbarî bûyerên ku pê re rû bi rû ma ye wiha dibêje: “Mala min talan kirin,alavên me dizîn û mala me ji me standin.  Divê em xwe bikin yek û Efrîna xwe ji dest çeteyan rizgar bikin.” DÎMEN HEYE
 
*Parlamenter Ayşe Surucu, diyar kir ku di demên dawiyê de bêtir êrişên siyasetmêdarên kurd dikin û got: “Bi êrişan hewl didin ku destkêftiyên kurdan ji holê rakin û kudan bê statû bihêlin. Lê divê bê zanîn ku têkoşîna me jî dê li hemberî êrişan bidome.” DÎMEN HEYE
 
*Îfadeya Zeynp Ç. a ku li Pasûrê ji aliyê Îlyas Ateş, malbata wî û cerdevanan ve hat revandin û 50 rojî di dest wan de ma derket holê. Zeynep a ku Îlyas Ateş hewl da tecawizî wê bike û destdirêjî lê kir, li kiryarên ku cerdevan jî di nav wan de ne gilî kir. 
 
*Bi pandemiyê re rewşa aboriya welatiyan bêtir xirabû. Welatiyen li Wanê da zanîn ku niha nikarin bazarê  hewcedariyên xwe yên rojane bistînin. DÎMEN HEYE 
 
*Dayika Şemiyê Zeycan Yedigol a ku 40 salê xwe bi lêgerîna kurê xwe Nurettin ê di bin çavan de hat windakirin, derbas kir, têkoşîna xwe ji yên li dû xwe hişt. Keça Zeycanê, Sevim Demir wiha got:"Dayika min digot ger ez bimirim jî hestiyên wî têxin gora min da ku ez rehet rakevim. Dayika min dema jiyana xwe ji dest da min serê wê şuşt û hinek porê wê min jê kir. Ji bo DNA'yê min got hinek porê wê bila li gel min be. Min got dibe ku em hestiyên birayê min bibînin."
 
*Ew ê îro li Helebê Meclîsa Jina Sûrî li dijî tundiyê çalakiyê li dar bixe. (12.00)