'Ji derveyî hêza xwe em hezeke din qebûl nakin'

  • 17:11 29 Mijdar 2020
  • Rojane
Almas Nayif-Viyan Said
 
ŞENGAL - Dixwazin roj bi roj vîna şêniyên Şengalê tune bikin.  Vê carêjî Hukimeta Iraqê li gel xwe biryarên rakirina asayişa  Şengalê da. Piştî vê beriyarê  şêniyên Şengalê daketin qadan û meş li dar xistin.
 
Şêniyên Şengalê, bi sazî û dezgehên Şengalê re meşek girseyî li dijî Hukimeta Iraqê ku biryarên rakirina asayişa  Şengalê da li darxstin. Meş gel ji ber avahiya desteya gel ya Şengalê hate despêkirin û het ber deriyê amir liwayên hêzên Iraqê berdewam kir û piştî meşvan rawestiyan daxuyanî hat dayîn. 
 
Endama TAJÊ, Zayida Xelef di derbarê biryara li ser hêzên Şengalê hatî dayin wiha got: “Em weke gelê Şengal îro em ê bi meşin ji ber ku Hikumta Îraqê biryar daye Asayişa me tune bikin bikin. Em weke gel vê yekê tucarî qebul nakin, hertim biryaran bêyî  îrade ya  gelê Şengalê didin.  Em bêdeng namînin. Em ê hertim li ber xwe bidin û em qebul nakin hêza me tune bikin. Em ji derviyê hêza xwe tu hêzên din li ser axa xwe qebul nakin.  Bila gelê me li hemberê vê biryara kU hatiye dayîn bêdeng nemîne û serî hilde li hemberê her biryara ku bêyî îradeya gelê me bê dayîn. Piştî fermanê heta roja îro hêza me gelê xwe diparêze, em tu hêzên din li ser axa xwe y piroz qebul nakin. Hêza îraqê dixwezê bi keve axa me, bê îrada me em dibejin bila nekvin bajarê me. Em hêzeke kû me di qetliyamê de hiştî nas nakin û qebûk nakin."
 
'Em biryara hikûmeta Iraqê qebûl nakin'
 
Ciwana bi navê Jiyan Şengalî jî wiha got: “Em weke ciwanên êzîdî îro li hemberî biryara hikumeta îraqê ne. Bê îradeya gelê me biryarê didin kU hêza me ya Asayişê tune bikin.  Em vê yekê ticarÎ qebul nakin. weke ciwan, weka gel em ê hertim li ser piyaN bin. Bila hikumeta iraqê baş zanibe ku em weke gel tu carî bêdeng naminin. Di fermanê de yê em ji qetliyamê xelas kirin Şervanên Rebêr Apo bun. me weke ciwanan xwe bi rêxstin kiriye em ne ew kesên berî Fermanê ne, em ê hertim li ser piyan bin.  Wê serkftin ya me be, bila gelê me li beramberî vê bêdeng nemîne. Ji ber ev ne birayara me ye. Em dixwazin tenê hêza Şengalê Şengal biparêze ji ber zarokên vê axê ne.  Em tenê bi wan di ewlehîyên de ne. Daxwaza min weka ciwaneke êzidî ew e ku gelê Şengalê ciwanên wê van pilanan tu carî qeul nekin.  Ji ber ev pilanên tune kirina ge in."
 
'Wê bi me nikaribin'
 
Dayika bi navê Meyan Nasir ji weha axivî û got:  “Îro gelê me hemû rabûye ser piyan, ji ber Êriş û pilanên ser şengalê tên meşandin. Em li diji van pilanan û êrîşan rabûne ser piyan.  Ji ber roj bi roj pilanên tunekirina me dikin.  Bê gûman em li beramberî vê yekê bêdeng namînin û em kesên ku îradeya me nasnekin em jî wan nasnakin. Hikumeta Îraqê di xwaze ku Asayişa me tune bike, em nahelin ku çek û rextên zarokên vê axê ji milê wan daynin. Em dixwazin zarokên me parstina me bikin em hêzke din qebul nakin. Daxwaza min weke dayikek Şengalê ji gelê me,bêdeng nemînin heta em berxwe bidin tekoşîn bikin ew ê bi me nikaribin." 
 
'Em  biryarên tu kesî nas nakin'
 
Her wiha ji alîyê Hevsreokê Meclisa xweseriya dimoqaratik ya Şengalê Hisen Heci ve daxwiyanî hate dayin û di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em di despêkê de sipasiya tevahî gelê xwe yê li vir amade dikin. Armanca me ya îro ew e ku em yek ji xalên ku ji bo gelê  me tên ferzkirin ku dixwazin asayişa Şengalê nemîne. Ev jî  berdewamiya pilana Hukumeta Iraq û PDK’ê ye  ku ji ber em bi asayişa xwe di ewleyê de ne. Ji deşta ninova heta sinorê Medîbanê vî gelî da diyarkirin ku tiştek wiha na pejirînin. Me jî ev yek nepejirand û me ji cihên eleqeder re got ku ev tifaq û biryarên her roj yekê lê zêde dikin ne ji bo qenciya gelê Şengalê ne. Em na pejirînin. Em bang li wan dikin ku ji bîr nekin gelê Şengalê ew gele ku ji ferman û jinosaydan rizgar bûye û îro em bi awayekê huquqî bang li wan dikin û naxwazin ku daxwaz û mafên me bên tunekirin û ji nedîtî  ve were ditin. Asayişa Êzidxan ji sala 2015’an heta niha gelê xwe di parêze û bûye sedem ku êzidî xwe di ewlehîyê de his bikin. Em dixwazin kesên rayedar daxwazên gelê me bigihînin cihên peywendî dar. Ji xwe ji derveyî daxwazên xwe em tu daxwazên din nas nakin.”