Bi ser hucereya Çaglara Deîrel a di greva birçûbûnê de ye girtin

  • 16:34 29 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandiryayê ku greva birçîbûnê lê hat destpêkirin, bi ser hucreyên siyasetmedarên kurd de girtin. Hat diyarkirin ku hemû meteryalên girtiyan hatin desteserkrin.
 
Li Girtîgeha Kocaeliyê Tîpa F a Hejmar 1 a Kandiryayê ku greva birçîbûnê lê hat destpêkirin, bi ser hucreyên siyasetmedarên kurd de girtin. Hat diyarkirin ku di serdegitinê de li her derê hucreyan geriyane û dest danîne ser meteryalên girtiyan. Hat diyarkirin ku êrş piştî parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel aşkera kiriye dest bi greva birçîbûnê kirye pêk hatiye.
 
Hevşaredara Dersimê a berê Nurhayat Altun, duh di hevdîtina ku bi malbata xwe re kir de, diyar kiriye ku bi ser hucreya Çaglar Demîrel a dest bi greva birçûbûnê kiriye, Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka berê ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak de hatiye girtin û dest danîne ser nivîs û gelek metryalên wan ên din. 
 
Herwiha hat diyarkirin ku siyasetmedaran xestine neqlî Girtîgeha Îmraliyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê ye bên kirin û ji bo wê serlêdan kirine.