Şêniyên Herêma Firatê ji bo xwerseriya Şengalê meşiyan

  • 16:15 29 Mijdar 2020
  • Rojane
 
KOBANÊ - Bi hezaran şêniyên Herêma Firatê li dijî lihevkirinên li ser Şengalê nerazîbûna xwe anîn ziman û piştgiriya xwe ji bo xweseriya Şengalê bi meşekê nîşan dan.
 
Bi dirûşmeya “Bimre dagirkerî û îxanet bijî xweseriya Şengalê”, bi hezaran şêniyên Herêma Firatê, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, meclîsa malbatên şehîdan û rêxistinên sivîl ji bo piştgiriya bi xweseriya Şengalê re û şermezar kirina lihevkirinên di navber herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqaê, meşeke gireseyî li dar xistin. Meşevan ji qada jina Azad bi berzkirina dirûşmey€n ku berxwedaniya Şengalê silav dike dest pê kir û ber bi qada şehîd Egîd ve herikî û li wir rawestiyan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin. Rêveberiya Meclîsa Kantona Kobanê Arîn Kobanê axaftin kir û wiha got: “Her kes dizane li Şengalê çi qewimî? Yên ku Şengalê ji bo mirinê li pey xwe hîştin, di roja îro de hatine û dixwazin îrade û hebûna Şengalê dagir bikin. Her wiha kesên ku terora DAIŞ’ê xwedî kir û dest da wan di roja îro de hatine û behsa parastina şengalê dikin. Di wê demê de bi hezaran pêşmerge û hêzên Îraqê hebûn, lê li şûna ku gel biparêzê ew bi mirinê re rû bi rû hiştin. Ev kes niha jî hatine û qale Şengalê dikin. Gelo hûn bi kîjan mafî behsa birêvebirina vî gelê dikin. Lê em baş dizanin li ku derê rêveberiyeke xweser û azad hebe, ew dibe armanca dijmin. Bi taybet jî hedefa dewleta tirk ku dixwaze vê yekê bi destê rêveberiyên Başûrê Kurdistanê û Îraqê pêk bîne. Yên ku Şengal gihandin vê astê zarokên wê ne, ji ber vê tenê ew dikarin çarenûsa xwe diyar bikin. Li ser vê bingehê hêviya me ji tevhaî gelê Başûrê Kurdistanê û Îraqê heye ku nebin hevkarên perespektîfên ku ji Enqereyê tên.”
 
Hevserokê Encûmena Rêveber yê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihmed Şahîn daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Beriya şeş salan Pêşmergeyan Şengal ji Çeteyên DAIŞ`ê re hîştin ku di encamê de gelê Şengalê rastî kiryarên herî hov hatin. Çeteyan êrîşî nirxên dîrokî yên civaka êzidî kirin. Lê bi alîkariya hêzên parastina medya Şengal rizgar bû û gelê wê dikaribûn xwe ji aliyê ewlehî û rêveberî ve bi rêxistin bikin. Rola rêveberiya herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê di avakirina Şengalê de tune bû, berovajî wan Şengalê gihandin wê astê. Li ser bingehê parastina destkeftiyên gelan, em bang li tevahî rêxstinên mafên mirovan û civaka navnetewî dikin ku li rex gelê Şengalê bisekinin, ji ber ku wan bedelên giranbûha dane heta ku gihîştine xweseriya xwe. Em jî weke Rêveberiya Xweser bi tevahî dezgehên xwe piştgiriya rêveberiya Şengalê dikin.”
 
Meş bi dirûşmeya “Bijî xweseriya Şengalê” bi dawî bû.