Zaroka 13 salî bi mêrekî 40 salî re hat zewicandin

  • 13:22 29 Mijdar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Herîr a bajarê Hewlêrê, zaroka 13 salî di beranberê deyn de bi mêrê 40 salî re hat zewicandin.
 
Li gorî agahiyên ji Çalakvana Mafên Jinan a  Rêxistina Xelk Bihar Munzir, şeva derbasbûyî li bajaroka Herîr yê Hewlêrê zaroka 13 salî bi mêrekî 40 salî re di beranberê deyn de hatiye zewicandin. Bihar Munzir diyar kir ku mêrê 40 salî, 5 milyon dînarê wî li bavê keçika 13 salî bûn. Bavê keçikê jî li şûna pere keça xwe ya 13 salî di bedêla deynê xwe de daye wî kesî. Her wiha Baharê diyar kir ku şeva derbasbûyî li cem melayek deverê jî mehra wan hatiye birîn û mêrê 40 salî berê jî 3 caran zewicî ye.
 
Hêjayî gotinê ye ku li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê, qedexe ye ku zarokek berî 18 salî were zewicandin. Her wiha her melayekî ku mehra zarokek temenê wê ji 18 salî biçûktir bibire jî aliyê Wezareta Ewqafê ve tê cezakirin. Lê gelek caran kesên ku li gel zarokên keç ên temenê wan di bin 18 salî re tên zewicandin dizewicin û li dadgehên dervey îdareya Herêma Kurdistanê girêbesta xwe ya zewacê çêdikin.