'Bila demildest Rûken Yildiz bê berdan'

  • 15:55 28 Mijdar 2020
  • Rojane
STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê di çalakiya “Rûniştina F” a vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Rûken Yildiz û xwest were berdan. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Şaxa Senbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 453’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî li ser medya civakî hat birêvebirin. Di çalakiyê de vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Rûken Yildiz a li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T tê ragirtin. Daxuyanî Parêzer û Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê Gulseren Yolerî xwend. Gulseren  di daxuyaniyê de axivî û diyar kir di ji ber vê pêvajoya pandemiyê qewimandina binpêkirinên mafan gelek zêde bûne. 
 
Gulseren destnîşan kir ku bi pêvajoya koronayê re tecrîd û sepanên dij mirovane yên li girtîgehan hişktir bûne û xwest şert û mercên girtiyan werin başkirin. Gulseren got heke rewş ango şert neyên başkirin xetereya mirinên komî jî heye. 
 
'Bila demildest Rûken Yildiz bê berdan'
 
Gulseren  bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Rûken Yildiz a nexweş û anî ziman ku nexweşînên wek dil, tansiyon û kêxwînî bi Yildiz re hene û di kontrola dawî de jî hatiye tespîtkirin ku ew bi pirsgirêka kezebê pê re heye.  Gulseren  diyar kir ku Yildiz 4 sal in li girtîgehê tê ragirtin û beriya were girtin tu nexweşînî pê re tune bûne.  Gulseren  da zanîn ku ev nexweşîn hemû ji ber şertên girtîgehê peyda bûne û ji ber şertan nayên tedawîkirin û rewşa wê her ku diçe giran dibe.  Gulseren  bang li rayedaran kir ku demildest biryara berdana Rûken bidin û ew bi berdanê dikare tedawiyek baş bibîne.