Meclîsa Ciwanan a HDP’ê derbarê mirina Şerîf Coşkun de daxuyanî da

  • 15:32 28 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Meclîsa Ciwan a HDP’ê derbarê mirina Mehmet Şerîf Coşkun ku ji aliyê polîsan ve hatibû lînçkirin, bi lînçkirinê re krîza dil derbas kiribû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû daxuyanî da.
 
Bi tevlîbûna Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Dersîm Dag, Hevseroka Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çand a Malbatên Xizmên Xwe Di Dergûşa Şaristaniyan de Winda kirin (MEBYA DER) Yuksel Almas, Meclîsa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Aktîvîstên TJAyê, rêveberên navend û navçeyên Amedê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî li Parka Hazal a navçeya Yenişehîrê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Ciwan a HDP’ê Kezban Kuday ve hat xwendin. 
 
‘Em polîtîkayên qirkirinê şermezar dikin’
 
Kezban bal kişand ser serdestiya polîs û notirvanan û wiha axaftina xwe domand: “Polîsên tirk bi êrîşên xwe dibin sedema mirinan. Îktîdara faşist a AKP-MHP’ê bi berfirehkirina mafên notirvan û polîsan dîsa ciwanek linç kirin. Ciwanê bi navê Mehmet Şerîf Coşkun krîza dil derbas kir û di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da. Îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê qetlîama polîsên Amerîkayê yên George Floyd û gelek reşikên Amerîkayê şermezar dike lê ji aliyekî jî Kemal Kurkut, Enes Ata, Mahsum Mizrak qetil dike û xelat dide polîsan. Em polîtîkayên qirkirinê yên ku li dijî me dimeşînin şermezar dikin.”
 
‘Em têkoşîna xwe mezin dikin’
 
Di daxuyaniyê de Kezban bang li berpirsan kir û wiha got: “Em wek Meclîsa Ciwanan a HDP’ê bang li sazî û dezgehên dewletê dikin ku dawî li van zextan bînin. Ciwanên kurd li hemberî qirkirin û qetlîamên we her tim têkoşîna xwe mezin kir. Em vê sîstema dewletê ya ku ciwanan ji têkoşîna azadiyê dûr dixe û mirinê reva dibîne qebûl nakin. Em têkoşîna xwe wek bermayiyên Mahîr, Mazlûm, Sakîne mezin dikin.”