5 roj in agahî ji Khawla Halil nayê girtin

  • 14:18 28 Mijdar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN-Agahî ji 23'yê Mijdarê heta niha ji Khawla Halil a li Midyadê li gel malbata xwe dijiya, nayê girtin. 
 
Ev 5 roj in agahî ji jina bi navê Khawla Halil a ji Iraqê hatiye nayê girtin. Hat hînbûn ku malbata Khawla ji ber agahî  jê negirtiye çûye gel polîsan û îlana windabûyinê dayine. Hat wiha tê diyarkirin ku Khawla ji mejiyê xwe astengdar e. 
 
Khawla di serdema êrişên DAÎŞ'ê yên di 2014'an ên li dijî Şengalê de bi malbata xwe koç kiribû û li Midyada Mêrdînê bi cih bûbû.