Dewleta tirk navenda Eyn Îsayê topbaran dike

  • 11:25 28 Mijdar 2020
  • Rojane
EYN ÎSA - Ev demeke dewleta tirk û komên girêdayî wê bi awayekî giran êrîşî navenda navçeya Eyn Îsayê ya girêdayî Kantona Girê Spî dike.
 
Demeke dirêj e dewleta tirk û komên girêdayî wê bi çekên giran mîna tank, hawan, fûze, obîs û topan êrîşî navenda Eyn Îsa û gundewarên wê dike. Ji duh şev heya destê sibehê dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî navenda Kongreya Star, navenda Rojnemevan, saziyên sivîl, malê şêniyan û cihê eletirîkê jî didin. 
 
Di encama van êrîşan de malên şêniyan hatin rûxandin û fûze li navendan ketin, ji ber vî şerê heyî şêniyên Eyn Îsayê di nava metirsiyê de ne. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin di encama êrîşan de 4 kes ji wan dayik û zarokê xwe û du zarok birîndar bûne. Niha kesên ku birîndar bûne li bajarê Reqqayê di bin çavderiya bijîjkan de ne. 
 
Hêjayî bibîrxistinêye ku piştî kontrolkirina Kantona Girê Spî agirbest hatibû ragihandin, lê heya vê kêliyê jî agirbest ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve nehatiye pêkanîn. Dewleta tirk bi hemû şêweyan êrîşî navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê dike. Armanc ew e ku koçberkirina şêniyane da ku Eyn Îsa jî têke bin kontrola xwe  û demografiya herêmê bide guhertin.