Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci hat binçavkirin

  • 11:11 28 Mijdar 2020
  • Rojane
 
 
ÊLIH - Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci vê sibehê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. 
 
Vê sibehê polîsan bi ser mala Hevşaredara Navçeya Hezo ya Êlihê Nazîme Avci de girt û lêgerîn li malê pêk anîn. Piştî lêgerînê Nazîme hat binçavkirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û wê birin Miduriyeta Polîsan a Hezoyê.