25'ê Mijdarê bi rojekê ne sînordar e: Dê têkoşîna me bidome

  • 09:21 28 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgin a çalakiyên 25'ê Mijdarê nirxand wiha got:"Em di 25'ê Mijdarê de nêviyê pir gihaştin armanca xwe. Em şermezarkirina tundiya li ser jinê tenê bi rojekê sînordar nakin. Ew ê têkoşîna me dewam bike."
 
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li herêmê û Tirkiyeyê jin li qadan bûn. Jinan kampanyaya bi navê “Em xwe diparêzin” ya bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) hat destpêkirin jî bi xebatên 25'ê Mijdarê dewam kirin. Jinan tevî astengiyên polîsan û pandemiyê jî li qadan hevdîtina jinan pêk anîn. Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgin çalakiyên 25'ê Mijdarê nirxand. 
 
'Em nêviyê pir gihaştin armanca xwe'
 
Zelalê da zanîn ku heta ji destên wan hat wan hewil da ku çalakiyên wan berfireh bin û wiha got:"Me hewil da em li her qadê bi jinan re bên gel hevdu û dengê jinan bide bihîstin. Ji ber pêvajoya pandemiyê me hinek planên xwe nekirin meriyetê. Zihniyeta baviksalarî jî gelek carî ji me re bû asteng. Em nêviyê pir gihaştin armanca xwe. Jin li taştê, atolyeyan, park, di civînanan de hatin gel hevdu. Me li ser tundiya di pêvajoya dawî de zêde bûye û sedemên wê nîqaş kir. Me hewil da em rêyên çareseriyê ji vê yekê re bibînin. Me li vir encamek bi dest xist. Ew ê hukumet û aqlê mêr nikaribe li dijî jinên serhildêr bisekinin."
 
'Divê şermezarkirina li dijî tundiyê bi rojekê sînordar nemîne'
 
Zelalê da zanîn ku çalakiyên 25'ê Mijdarê bi dawî bûne lê belê ew ê ji niha şûnde jî di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” xebatên xwe bidomînin û wiha dewam kir:"Her roj jin tên qetilkirin. Loma divê şermezarkirina li dijî tundiyê bi rojekê sînordar nemîne. Ji bo em bigihêjin jinan me li her derî xist. Dema jin bi tundiyê rû bi rû man divê bizanibin serî li kîjan saziyan bidin. Li ser vê yekê jî me xebat dan meşandin. Em bi polîtikayên şer ên taybet ên dewletê jî rû bi rû ne. Me di pêvajoya pandemiyê de jî ev baş dît. Zagonên heyî jinê nikare biparêze. Em bi hukumeteke ku naxwaze Peymana Stenbolê têxe meriyetê rû bi rû ne."
 
'Zîhniyeteke ji şewbê talûketir heye'
 
Zelalê da zanîn ku bi destpêkirina pandemiyê re karê li ser milê jinê girantir bû û wiha got:"Rê li ber cihên ku divê jinên tundiyê dibînin serî lê bidin tên girtin. Pandemî wekî hincet tê nîşandan û ev yek tê kirin. Wezîrê Karê Hundir ji jinan re dibêje 'Bi nivîsandina dirûşman ên li ser qaxizan ev pirsgirêk çareser nabe, hedê xwe zanibin'. Wezîrekî jinan tehdît dike heye. Wezareteke Polîtikayên Civakî û Malbatî ya dixwaze jineke maqûl biafirîne heye. Bi hişmendiya 'Mêrê te ye dikare ji te hez jî bike dikare li te jî bixe' tev digere. Ji ji ber di vê ferqiyê de ne qad tije kirin. Jin li dijî zihniyeteke ji Vîrusa Koronayê talûketir e têdikoşe."
 
'Em ê her li qadan bin'
 
Zelalê bi lêv kir ku hukumet pandemiyê dike hincet û nahêle jin çalakiyan li dar bixin û wiha bi dawî kir:"Çalakiya Mor Konvoyê hat astengkirin. Li dijî astengiyan em bang li jinan dikin ku derkevin qadan. Divê em li ji tundiya mêr-dewletê re bibêjin bisekine. Jinên tundiyê dibînin ne bi tenê ne. Bila jin netirsin û gavê paş de neavêjin. Li dijî sîstema mêr a dixwaze me biçewisîne em ê her li qadan bin."