Jinên TJA'yî: Li her qadê têkoşîna jinê heye

  • 09:04 28 Mijdar 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Jinên TJA'yî yên di çarçoveya kampanyaya “Em Xwe Diparêzin” de bi jinan re hatin gel hevdu wiha gotin:"Jin ne bi tenê ne. Jin dema li gel hevdu bin bi hêz in."
 
Di çarçoveya kampanyaya “Em Xwe Diparêzin” de xebatên jinên TJA'yî yên li Colemêrgê û navçeyên wê, dewam dikin. Aktivîstên TJA'yê yên li gelek navçe û bajaran bi jinan re hatin gel hevdu pêvajoya kampanyayê nirxandin. 
 
'Em li dijî zextên civakê yên li ser jinê şer bikin'
 
Aktivîsta TJA'yê Oznûr Evîn da zanîn ku xebatên wan ji roja parlamenter Leyla Guven starta kampanyayê daye heta îro dewam dike û wiha got:"Jin ne bi tenê ne. Dema jin li gel hevdu bin bi hêz in. Jin bi kampanyayan bêtir hişmendiya wan pêş dikeve. Me ferq kir ku tundî ne tenê li dijî laşê mirovan e. Tundiya derûnî jî heye. Ev xebatana loma bi nirx in û divê bidomin. Ew ê piştî vê kampanyayê jî xebatên atolyeyên me dewam bikin. Ew ê li dijî îstismara zarokan jî xebatên me bidomin. Her wiha li dijî hişbirê û dafên ku li dijî ciwanan tên danîn em ê li qadan bin. Em dibêjin ev xebatana tenê di 1-2 mehan de hilnayên. "
 
'Em bi hev re bi hêz in'
 
Oznûrê wiha dewam kir:"Em li vir bang li hemû jinan dikin. Hûn ne bi tenê ne. Em bi hev re bi hêz in. Hevalên ku bi êrişa zayendî rû bi rû dimînin bila bêdeng nemînin. Bila kesên vê yekê dikin bê ceza nemînin. Heger em jin dest nedin hevdu jixwe ev zîhniyet ew ê me perçe bike. Em bi hev re bi hêz in. Her jinên ku mexdûr dibin dikarin serî li me bidin. Em ê her li gel wan bin."
 
'Em ê kampanyaya xwe berfireh bikin'
 
Aktivîsta TJA'yê Selcan Saygi wiha got:"Em ê tenê bi kampanyaya 'Em xwe diparêzin' sînordar nemînin. Em her dem di warê dîtina çareseriya ji bo pirsgirêkên jinan de israr dikin. Me di nava xebatên xwe dîtin ku jin baweriya xwe bi me tînin. Hêviyên hevalên me yên jin ên ji me zêde ne. Li her qadê têkoşîna jinê heye. Li mal, cihê kar, qadan li her derê têkoşîna jinê heye."
 
'Serîtewandin tune ye raperîn heye'
 
Selcanê wiha bi dawî kir:"Wekî em di dirûşma xwe de dibêjin "Serîtewandin tune ye raperîn heye". Em dibêjin hemû hevalên me yên tundî li wan tên kirin netirsin. Bila werin em bibin yek."