Şanoger Perînaz: Hinek Henek rastiya civakê tîne ziman

  • 09:01 28 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Lîstikvana Hinek Henekê Perînaz Delazî ku ev 8 sal in şanogeriyê dike û cara yekem di bernameya televîzyonê ya Hinek Henek de cih digre. Perînaz diyar kir ku bi televizyonê xwe dighînin bi hezar kesan got: “Bernameya me esasa xwe ji civakê hildide. Karakter jî ji civakê tên afirandin. Bi rêya skêcan em rastiya civakê tînin ziman.”
 
Şanogerên kurd cara pêşîn bi skêçên kurdî bernameya televîzyonê amade kirin. Bi xebateke hevpar ji aliyê şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê, Teatra Jiyana Nû, Şanoya Mencel û Şanoya Yekta Hêviyê vê bernameya televîzyonê hat amadekirin. Yek ji şanogera Şanoya Mencel Perînaz Delazî behsa pêvajoya nivîsandina skêcan kir û derbarê bernameyê de agahî da ajansa me.
 
 ‘Me xwest lîstîkên xwe bigihînin şanohezan’
 
Perînaz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvazoya biryardayînê û got: “Çêkirina bernameyekî bi vî rengî demek bû di rojeva me de bû. Beriya ku pandemî dest pê bike me bingeha bernameya vê projeyê danîbû. Dema xebatan de şewba koronayê dest pê kir. Li gel metirsiya şewbê me xebatên xwe heta ji me were bi awayekî rêkûpêk kir. Ji ber şert û mercên saziyê me nekarî lîstîkên xwe bigihînin her deverê. Helbet car caran hatinûçûna tûrneyên me çêdibûn lê dîsa jî ji bo em xwe bigihînin qadeke berfireh derfetên me têrê nedikir. Min li Wanê li Şanoya Mencelê şanogeriyê dikir. Li wir me tenê dikarîbû li navenda Wanê xwe bigihînin bîneran. Em her 4 komên şanoyê bi projeyeke wiha me xwest şanoya xwe bigihînin kurdên şanohez. Me got bi rêya vê bernameya xwe kesên ku heta niha li şanoya kurdî temaşe nekiribin jî bila li şanoyê temaşe bikin.”
 
‘Bi rêya skêcan em rastiya civakê tînin ziman’ 
 
Perînazê bal kişand ser naverok û çavkaniya skêcan û wiha pê de çû: “Ekîba şanoyê xebatên xwe bi awayekî înteraktîf dikin. Lewre me xwest di vê bernameyê de para her kesî tê de hebe. Li ser vê bingehê me ji temaşevanan daxwaza skêçan kir. Bi vî awayî me xwest temaşevan jî beşdarî xebatan bibin û bername wek neynika civakê di skêçan de xuya bibe. Her wiha me hin skêçên xwe jî ji çîrokên fîkşin amade kirin û pey re me adaptayê bernameyê kir. Li gel van me ji çîrok û meselokên gelêrî jî sûd wergirt. Ji bo nimûne çîroka Eliyê Xemxûr ku di nav kurdan de çîrokekî gelekî bi nav û deng e me adaptayê bernameya xwe kir. Yanî di skêcan de şopa mirov û civakê berbiçav e. Bernameya me esasa xwe ji civakê hildide. Karakter jî ji civakê tên afirandin. Bo nimûne karakterê Şêro gelek populer e. Şêro populeriya xwe ji rastiya civakê digre. Karakterekî ku tim û tim derewan dike ye Şêro. Derewên bêserûber dike. Dema temaşevanên me behsa karakterê Şêro dikin dibêjin Şêroyek li gundê me jî hebû ku derewên bêhesab dikir. An jî dibêjin hevalekî min hebû wek Şêro derewan dikir. Bi vî awayî em bi rêya skêcan rastiyên civakê tînin pêşberî temaşevanan.”
 
‘Di vê projeyê de nêzî 30 kes cih digrin’
 
Perînaz destnîşan kir ku mirov bi rêya hunerê dikare derdê xwe bêje û wiha nêrinê xwe anî zaman: “ Tiştên ku hatine jiyîn an jî tiştên ku bi devkî neyên vegotin bi rêya hunerê dikare derkeve pêş. Formata bernameya Hinek Henekê li ser komediyê ye. Em dema mîzahê dikin li gel kenandinê em temaşevanan didin fikirandin jî. Em skêcên xwe li ser pirsa em ê bi çi fikr û tarzê temaşevanan bidin kenandin amade dikin. Di vê projeyê de em nêzî 30 kes cih digrin. Em her 30 kes ji bajarekî cuda hatine ba hev û tûrikên me de tiştên ji hev cuda hene. Em wek ekîp van cudahiyan ji bo dewlemendiyê tînin ba hev. Her wiha motîvasyona me jî ev e ku em her 30 kes bi awayekî koordîne dixebitin û xebatên xwe dikin. Ji vê aliyê xwe ve bernameya me pirrengiyê esas digire.”
 
‘Pêdiviya şanoya kurdî bi nivîskarên şanoyê heye’
 
Perînazê dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kêmbûna nivîskarên şanoya kurdî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bendewariya me ji temaşevanan ew e ku heke daxwaz û eleqeya wan bi şanoyê hebe bila skêcên xwe ji me re bişînin. Pêdiviya şanoya kurdî bi nivîskarên şanoyê heye. Hêviya me ev e, xebatên me bibe sedem ku dahatûyê de nivîskarên şanoya kurdî bigihîjin.”