Li Êlihê bi ser malan de hat girtin:15 kes binçav kirin

  • 15:33 27 Mijdar 2020
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê, di çarçoveya lêpirsînekê de, polîsan bi ser malan de girtin û 15 kes binçav kirin. 
 
Polîsan di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Êlihê bi rêve bir de, serê sibe li navend û taxên bajêr bi ser gelek malan de girtin û 15 kes binçav kirin. Hat diyarkirin ku her 15 kes bi hinceta tevlî merasîma cenazeyê Necmettîn Îlhan ê di 22'yê Îlona 2014'an de, li Kobanê jiyana xwe ji dest da bû bûne hatine binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr.
 
Ji kesên hatin binçavkirin navê kesekê nehat zanîn. Navê 14 kesên din wiha ye: "Şemsettîn Eser, Abdulkadîr Soyvûral, Mehmet Uluç, Leyla Açar, Mîzgîn Avanaş, Behçet Gungor, Fatma Tan, Kenan Gungor, Muhîttîn Şahîn, Muzaffer Oran, Menaf Kizar, Faruk Ergun, Mehmet Selîm Akyol û Mehmet Utanç."