Rêxistina HDP'ê ya Farqînê bi gel re civîn li dar xist

  • 15:31 27 Mijdar 2020
  • Rojane
AMED - Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Farqînê bi gel re civînek li dar xist. Parlementera HDP'ê ya Amedê Dêrsîm Dag di civînê de axivî û destnîşan kir ku Gelê Kurd di pêvajoyeke xeter re derbas dibeû wiha got: "Pêwist e ku her kes xwe ji vê pêvajoyê berpirsiyar bigire û baş şîrove bike."
 
Rêxistina Navçeya Farqînê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi gel re civînek li dar xis. Civîn bi tevlibûna parlementera HDP'ê Dêrsîm Dag, Hevşaredara navçeya Farqînê ya ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Naşîde Toprak,  endamên rêxistina Navçeyê Farqînê, endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kesî hat lidarxistin . 
 
Parlementera HDP'ê Dêrsîm Dag da zanîn ku îro li girtigehan grevên birçîbûnê dest pê dikin û wiha axivî: " Em hemû kes dizanin ku tecrîd li dijî mirovahiyê ye û em hertim tînin ziman ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tecrêdek li ser Gelê Kurd  heye. Lê belê em çiqas tecrîdê di jiyana xwe de dibînin û hîs dikin. Em niha di pêvajoyek ber şikestinê re derbas dibin. Pêwist e ku di vê pêvajoyê de hemû kes xwe berpirsiyar bibîne û baş şîrove bike. Ji bo ku em di vê pêvajoyê de cih bigirin. Niha li pêşiya me du tişt hene ku em an tune dibin an jî hebûna xwe bidin îspatkirin."
 
Hevseroka HDP'ê ya Farqînê Halîme Soner jî bal kişand ser pirsgirêkên li Farqînê û destnîşan kir ku di pêvajoya dawî de xwekujiya ciwanan zêdetir bû û got: " Mixabin li ser ciwanan cûrbecûr polîtîkayên taybet tên meşandin. Bi taybetî jî di demên dawîn de bûyerên bi vî awayî zêdetir dibin û ew jî me xemgîn dike. Li ser ciwanan polîtîkayên taybet ên şer di her qadên jiyanê de xwe didin nişandin. Di vê mijarê de jî hişmendiya ciwanan rolek girîng dilîze."
 
Piştî axaftinan sînevizyon hat temaşekirin û civîn bi dawî bû.