Li Îzmîrê 9 jin hatin binçavkirin

  • 12:59 27 Mijdar 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Di encama biserdegirtina malan de li Îzmîrê 9 jin hatin binçavkirin. 
 
Di encama biserdegirtina malan a saetên şev de li Îzmîrê 9 jin hatin binçavkirin. Jinên hatin binçavkirin piştî kontrola wan a tenduristiyê sewqî Şaxa TEMa Çankayayê hatin kirin. 
 
Hat diyarkirin ku bi hinceta nepenîkirina dosyayê têkildarî kesên di bin çavan de 24 saetan qedexeya hevdîtina parêzeran heye. Li gor agahiyên ji parêzeran hatin girtin hat diyarkirin ku jin bi hinceta civîna di 2014'an de li Erxenîyê pêk hatiye hatine binçavkirin. 
 
Hinek jinên ku di bin çavan de ne û navên wan diyar bûne wiha ne: Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fadime Kocakaya, Rêvebira Ege TUHAY-DER'ê Hediye Tekîn, Zuhal Çelebî, Muteber Akgul, Derya Kandemir, Saime Akin