'Bi qedexeyan parastina îqtîdarê dikin’

  • 09:08 27 Mijdar 2020
  • Rojane
WAN - Sekretara nûneriya THÎV’ê Sevîm Çîçek, diyar kir ku di nava 5 salan de gelek mafên mirovan hatin binpêkirin û got: “Li Wanê milyonek 370 hezar welatî 4 sal in nikarin mafên xwe yên çalakiyê bikar bînin. Qedexe tê wateya parastina îqtîdarê.”
 
Bi hinceta hewldana darbeyê ji 21’ê mijdara 2016’an heta 20’ê tîrmeha 2018’an rewşa awarte hat îlankirin. Lê belê her çend dibêjin hat rakirin jî ji hêla walîtiya Wanê ve her 15 rojan carek biryara qedeya çalakiyan tê dayîn. Li herêmê hezar û 500 roj in qedexeya çalakiyan hene û her wiha li bajêr binpêkirina mafan jî zêde bûye. Ligel wê yekê li girtîgehên Wanê jî mafên girtiyan tê binpêkirin. Derbarê mijarê de sekretara nûneriya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) Sevîm Çîçek ji ajansa me re axivî. .  
 
Sevîm, fikarên xwe ya derbarê pêvajoya rewşa awartê de wiha anî ziman: “Îqtîdar bi rewşa awarte dixwaze rejîmekî otorîter awa bike. Li Wanê milyonek û 370 hezar mirov di nava 4 salan de mafê xwe yê çalakiyê nekarîn bikar bînin. Qedexeyên ku li Wanê tê meşandin, bandorê li ser bertekên welatiyan kir. Welatiyên ku dixwestin li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyan pêk bînin hatin astenkirin. Armanc dikin ku îqtîdara xwe bi her awayî bidomînin. Mixabin darazê jî tevlî karê xwe dikin.” 
 
‘Çalakî tên astenkirin’ 
 
Sevîm, destnîşan kir ku bi hinceta biryara walîtiyê partiyên siyasî û saziyên sîvil di çalakiyên xwe de bi şîdeta polîsan re rûbirû man û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nahelin ku çapemenî karê xwe bike, parlamenter nikarin li avahiya partiya xwe daxuyaniyê bidin. Dema parlamenter daxuyanî didin dora wan tê dorpêçkirin. Îhlalkirina mafên mirovn tê wateya îhlalkirina demokrasiyê. Li Tirkiyeyê di nava 5 salan de asta binpêkirina mafên mirovan derketiye asta herî jor. Em li beranberê zîhniyeta qedexeker re rûbirû ne.”
 
‘Şîdet di raporan de nayê bi cih kirin’
 
Sevîm di axaftina xwe de bal kişand ser dema binçavkirinan û wiha bi lêv kir: “Lêgerîna tazî, şîdet, derp di binçavan de çêdibin. Lê mixabin di raporên bijişkan de tu carî derp nîne. Bi rêya saziyên tenduristiyê îşkence tê veşartin. Dozger an jî dadger gotinên mexdûran esas nagirin. Di nava 5 salan de bi girtînê tol ji welatiyan tê girtin. Çend delîl û îdîaname tuneye jî girtin û binçavkirin pêk tên. Niha li girtîgehan cih nemaye. Koguşên ku 8 kes divê lê bimînin 25 kes lê dimînin. Li hin girtîgehan girtî li erdê radizin. Dema girtiyan dibin girtîgehan lêgerîna tazî dikin. Koguşên ku çend rojan bi tenê dimînin de bi zorê ji girtiyan didin paqijkirin.”
 
‘Mafên girtiyan tên binpêkirin’
 
Sevîm, diyar kir ku li girtîgehan bi pandemiyê re bêtir mafên girtiyan hat îhlalkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Girtîgeh ji bo pandemiyê cihê herî bi rîsk e. Ligel rayedar dibêjin tedbîr hatine girtin jî di encamê de hemû mafên girtiyan hatiye astengkirin. Li gorî agahiyên ku me bi dest xistin 500 girtiyên nexweş yên rewşa wan giran e hene û bi tevahî hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Ev tişt di pandemiyê de riskek mezin e. Girtiyên nexweş nabin revîrê, sewqa girtiyan ji bo nexweşxaneyan nayên kirin. Nexweşan bi rîngan dibin nexweşxaneyan. Girtî piştî ku li nexweşxaneyê tên, pêvajoya karantînayê ji bo girtiyan didin destpêkirin. Ji ber ku di heman demê de nayên tedawîkirin rewşa wan giran dibe an jî jiyana xwe ji dest didin.”
 
Sevîm wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoya pandemiyê de ne parastin, zîhniyeta qedexekirî li pêşiya girtiyan bû. Girtî ji bo mafên xwe dem demî greva birçibûnê didin destpêkirin. Bi tewahî rewşa li girtîgehan mirovan dixe nava fikaran.”